Sevim Hatun
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Ji bo pêbaweriya bi darazê xurttir bibe û darizandin zûtir werin kirin, em ê pakêteke reformê ku di nav xwe de hin nûjeniyan dihewîne, di demeke kurt de bînin Meclisa bala."
Yildirim: "Du kom dozên me yên ku dewam dikin hene. Koma yekem; yên bi hewla derbeyê re eleqedar. Ev di rêya hukmê teqez de bi lez û bez diçin. Hêviya min ew e ku di dawiya vê salê de, hemû dozên der heqê kesên rasterast tevlî hewla derbeyê bûne, encam bidin."
Yildirim: "Nîşanan rayê dan ku FETOya rêxistina terorê ji bo kesên eleqedar neeleqedar hemû kesan bikişîne nav pêvajoya darazê hewl dide. Ev pîlana bêbext defika ku danîne pêşiya sîstema me ya edaletê ye. Lêbelê dewleta me ew ê nekeve vê defikê. Ji bo vê mînaka herî girîng û rojane ew e ku kumpasa ByLocka delîla sereke derkete holê. Bira tu kes nekeve nav fikaran. Dadger û dozgerên me ew ê bi hûrgilî bixebitin. Wan kesên ku xwestin hiqûq û darazê ji dirûvê îmkana pêkanîna edaletê derxin û bikin amûr û alavekî pêkhatina rêxistina terorê, zirareke mezin dan pergala hiqûqê. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî FETOyê digel têkoşîna îstiqlal û îstiqbalê veguherî û bû têkoşîna pêbawerî û îtibarê ya darazê. Ez ji dil û can bawer im ku bi duristî edilandina teraziya edaletê em ê vê têkoşînê qezenc bikin."