08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK PArtiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di komcivîna Meclisê ya partiya xwe da li ser rojevê axivî.
Serokwezîr Yildirim bangî welatên Ewropayê kir û wiha got: "Ez ji vir ji dostên me yên Ewropayî yên ku piştgiriyê didine PKKyê re silavan dişînim. Dev ji meseleya hiqûqê ya Tirkiyeyê berdin, ji PKKya rêxistina terorê ya ku bi hişbirê ciwanên we siberoja welatê we jehrî dike re tiştekî bibêjin. Têkoşîna me ya li ser vê axa tenê ji bo aramî û ewlehiya miletê me nîne di heman demê de ji bo siberoja we ye jî."
Serokwezîr Yildirim li ser biryara HDPê ya ku wê tevî xebatên Lijneya Giştî ya Meclisê û komîsyonan nebin wiha got: "Niha jî ev parlementer rabûne dibêjin em xebatên qanûndanînê didine sekinandin. Miletê ji we re negot xebatên xwe yên qanûndanînê bidine sekinandin got xebatên xwe yên terorê bidine sekinandin, we şaş fêm kir."
Serokwezîr Yildirim der heqê daxuyaniya Meclisa Partiyê ya CHPyê da wiha got: "Daxuyaniya ku dan bêbasîretiyeke siyasî ye. Ev çi ye yaw? Kepazetî ye. Dişibe daxuyaniya boykotê ya xwendekarên zanîngehan ku piştî her dersan dixwînin."
Serokwezîr Yildirim der heqê xebatên guhertina makezagonê da jî got: "Em ê vê heftê bi partiyên siyasî ra hevdîtinên xwe temam bikin û halê dawiyê bidinê. Înşallah bi beşdarbûna hemû partiyan va em ê guhertinê bikin."