KIRŞEHÎR
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di mitînga partiya xwe ya li Meydana Cacabey de destnîşan kir ku divê meriv beriya her tiştî gelparêz be da ku meriv bikaribe ji tenduristiyê heya perwerdeyê, ji heywandariyê heya çandiniyê bikaribe polîtîkayeke ku navgîna wê rûmeta îsanan e, biparêze.
Demîrtaş got ku HDP partiya gel e û wiha domand: "Em siyasetmedarên ku ji nava gel derketine nînin. Hê jî em di nava gel de ne. Em ji wir derketine û neçûne cihekî din. Em hê jî partiya gel in û siyasetmedarên gel in."
Demîrtaş li Kirşehîrê rica ji wan kesan kir ku dildarên HDPyê ne, ji bo HDPyê dixebitin, dengê xwe didin HDPyê û difikirin ku dengê xwe bidin HDPyê da ku neyên provokasyonan û wiha axivî: "Ji bo me tu wextî têgeheke mîna, 'partiya dujmin' tuneye. Dengê xwe dide kîjan partiyê bila bidê, dîsa jî birayê me ye. Emê wisa nêzik bibin. Wê bi înad û israr bixwazin we provoke bikin. Lê hûn tu wextî guh nedin wan."
- "Em ê bi baweriyê bi ser bikevin"
Demîrtaş îdia kir ku dixwazin partiya wan wekî dujmin îlan bikin û wiha got: "Lêbelê emê bi wan kesên ku wiha difikirin re bi heman zimanî neaxivin."
Demîrtaş diyar kir ku wê bi sebr û skûnetê kampanyaya xwe ya hilbijartinê bidomînin û wiha dewam kir:
"Bi bawerî emê bi qeweta xwe bi ser bikevin. Ne bi hêza pere û zordestiyê, emê bi baweriya xwe ya bi nirxên mirovahiyê ve bi ser bikevin."