19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
ANKARA
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê, Emîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed Cabîr El Sebah li ser daweta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê sibê bi awayekî fermî seredana Tirkiyeyê bike.
Hat diyarkirin ku ziyareta El Sebah wê heya 22yê adarê biajo û herwiha ji aliyê Serokomar Erdogan va jî dê bi Nîşana Dewletê va were xelatkirin.
Tê pêşbînîkirin ku digel Emîrê Kuweytê El Sebah peymanên hevkariya dualî yên ku ji bo îmzeyê amade ne, bên îmzekirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ziyareta navborî ya ku wê tê da mijarên dualî û herêmî bên nîqaşkirin, wê di navbera me û Kuweyta ku vêga peywendiyên me pir baş in da bibe wesîleya pêşxistina hevkariya me ya dualî û ya di çarçoveya Konseya Hevkariya Tengavê da."