04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
ÎSTANBÛL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Ev gavên ku Rûsya aniha davêje û ev bombardûmana li Sûriyeyê bi taybetî jî wekî Tirkiye ji bo me bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Serokomar Erdogan beriya çûyîna xwe ya ji bo Fransayê li Balafirgeha Ataturk daxuyanî da çapemeniyê û wiha got, "Car caran tê guhê me, gotina 'kurd li hemberî DAEŞê şer dikin.' Aniha ev tespîteke gelekî xelet e. Aniha çawa ku hin kes li hemberî DAEŞê têkoşînê didin da ku axa xwe mihefeze bikin, herwisa em jî li dijî DAEŞê têdikoşin û em ê têbikoşin jî. Çima? Ji ber ku rêxistina terorê ye loma. Lêbelê meriv rabe û ji têkoşîna rêxistineke terorê ya li hemberî rêxistineke din a terorê re bêje, 'Ev terorîstên baş in', meriv wisa binirxîne, wê çaxê ev nêrîn dibe dijberê edaletê."
- "Kesê ku bagera terorê rakiriye Rûsya wî diparêze"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Esed terora dewletê dike û wiha xeberda, "Ev kesê ku terora dewletê dike hûn lê mêze dikin ku Rûsya jî wî diparêze, Îran jî diparêze. Ji ber ku em vê dibêjin hin kes hene ku aciz dibin. Sortî ji bo kî tên kirin? Ji bo rejimê. Welatên ku bi rejimê re hevkariyê dikin, dê hesab bidin dîrokê."
- "Ewropa ji ber pêleke herî piçûk a penaberan aciz e"
Serokomar Erdogan got ku aniha Ewropa ji ber pêleke herî piçûk a penaberan ma ne aciz e û wiha pê de çû, "Nexwe heya niha li Ewropayê çiqas penaber hene? Dema ku hûn lê mêze dikin dora 200 hezarî ne, aniha teze pêlek ber bi wir de diherike. Ji me re çi dibêjin, aqil didin me; 'Nebî nebî hûn deriyên xwe vekin, bira neyêne cem me, bira li cem we bimînin.' Sebra me heya cihekî ye, piştî demekê heger çi bivê em ê bikin."
- Ji aliyê LBHyê ve redkirina taleba cîguhastina sandoqan
Serokomar Erdogan der heqê redkirina taleba cîguhastina sandoqan a ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê de jî behsa nêrînên xwe kir û wiha axivî:
"Berpirsiyarî li ser milê kî ye, dema ku pêvajoya vê hilbijartinê dest pê kir û bi taybetî jî ji ber hin herêmên bipirsgirêk, wê derfetê pêk bîne da ku welatî mafê xwe yê demokratîk bi awayekî herî baş bi kar bînin? Ev berpirsiyarî li ser milê lijneya hilbijartinê ya navçe û bajaran e. Divê ev dezgeh baş bixebitin da ku welatî vî mafê xwe bi kar bînin. Li hin deran lijneya hilbijartinê ya navçeyê ji bo dengdayînê hin der kifş kirin. Lêbelê aniha Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî ev biryar stend û herwekî ku biryarên berê yên lijneyên navçeyan tune dihesibîne. Ji ber vê qasê ez hêvîdar im ku em ê li herêmê dubare bi pirsgirêkên 7ê hezîranê re rûbirû nemînin. Heger em rûbirû bimînin, wê çaxê berpirsê vê jî Lijneya Bilind a Hilbijartinê ye. Ji ber ku şert û merc li holê ne."