ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Mixtaran a 34an da got, "Em baş dizanin ku rêxistinên terorê maşik in, em têkoşînê li dijî hêzên li pişt wan in, didin. Haya me ji vê rastiyê jî heye ku heke em maşikan ji holê ranekin, em nikarin têkoşîna hêza li pişt wan qezenc bikin. Ji ber vê ji bo ku rêxistina terorê nikaribe tevbigere me hemû tevdîr dîtin."
Serokomar Erdogan: "Yên ku hetanî duh di bin banê DEAŞê da xûn dirêtin, em lê dinihêrin ku îro bi nasnameya PYD/YPG dertên pêşberî me. Heke hûn behsa 'FETO'yê jî bikin, kê dijminê welatê me û milletê me ye, ev rêxistin hemû derfetên xwe didin ber fermana wan. Bûye rêxistineke ev qas bê exlaq, qirêj û xwe difroşe."
Serokomar Erdogan bal kişand ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî û wiha pê da çû: "Yên ku dudil tevdigeriyan û digotin ku vê rêxistinê (FETO) li Tirkiyeyê hewldana derbeyê nekiriye, ez bawer im piştî suîqesta Balyozê Federasyona Rûsyayê qanî bûn."
- "Tu kes bona PYDyê nikare bêje, 'Eleqeya van bi PKKyê ra tuneye'"
Serokomar Erdogan got, "Em hêvî dikin ku êdî di vê qonaxê da qet nebe lîstik eşkere bên lîstin." û wiha axivî: "Tu kes bona PYDyê nikare bêje, 'Eleqeya van bi PKKyê ra tuneye'. Ji ber ku di weşanên ku piştevanên wê NATO ye da ev peywendî, ev têkilî digel hemû delîlan derket holê. Êdî tu kes nikare bêje 'Tekane pêşanî û armanca me têkoşîna dijî DEAŞê ye'. Ji ber ku helwesta li hemberî operasyona Tirkiyeyê ya li Babê da nîşan ku hesasiyeteke bi vî rengî tuneye."
- "Ew kursî ji bo hilşandinê li wê derê nîne"
Serokomar Erdogan got der barê bûyerên ku li Meclisê qewimîn da wiha got: "Hûn dibînin dîmenên ku di xebatên guherandina qanûna bingehîn da derdikevin wisa nîne? Heqe desthilatdarî bêyî şert û merc di destê gel da ye şekl û şemala xebata Meclisê eşkere ye. Tê werê derkevî wî kursiyî û çi gotina te hebe bêjî, paşê di dewsa xwe da rûnêyî. Ew kursiya ji bo hilşandinê li wê derê nîne. Ew kursiya bi tenê ji bo kesên ku gotina wan heye li wê derê ye."
Serokomar Erdogan got li ser hevdîtinên teklîfa guherandina qanûna bingehîn ên li Meclisê dewam dikin jî axivî û wiha pê da çû:
"Pêşîlêbirîna xebatên parlementoyê, dirêjkirina pêvajoya xebatan, ev kêrî tu tiştî nayên. Hûn çi dikin bikin, 15 roj nebe jî ew ê di mehekî da ez bawer dikim temam be û here ber destê gel. Heke rêzê nîşanî gel didin, heke bi îradeya gel bawer dikin, heke baweriya bi gotina Xazî Mustafa Kemal a ku dibêje 'desthilatdarî bêyî şert û merc di destê gel da ye' hebe, wê çaxê bihêlin bira mizakere biqedin û ev here ber destê gel, gel çi biryarê dide em bi hev ra ji bo wê biryarê bêjin êwellah."
- "Kî li ser rejimê nîqaşan bike an vê behsê veke, hûn zanibin ku derdê wî ne rejim e tiştekî dinê ye"
Serokomar Erdogan got, "Dinya diguhere, herêma me diguhere, Tirkiye diguhere, gotina 'Em destûrê nadin ku hûn destê xwe biavêjin tu tiştî, bira her tişt wek xwe bimîne' ji serî heta binî teasûb e." û wiha pê da çû: "Li vî welatê kî li ser rejimê nîqaşan bike an vê behsê veke, hûn zanibin ku derdê wî ne rejim e tiştekî dinê ye. Wekî hemûyan ew jî zanin ku li Tirkiyê meseleyeke wiha tuneye. Tenê hesesiyeta qismekî civakê ya di vê mijarê de îstîsmar dikin û bi vî awayî wezîfeya xwe ya eslî îhmal dikin, yanê hewl didin ku ser kêmasiya xwe ya muxalefeta siyasî bigirin."
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Li vî welatî di serî de şexsê min û bala xwe bidine nîqaşan, hemû nîqaş li ser vî birayê we tên kirin. Ma aleqeya şexsê min bi xwe û vî karî bi hev du heye? Bûyer çi ye, li Tirkiyeyê vegurtina destûra bingehîn tê kirin. Yanî wê hilbijartineke serokomariyê bê kirin, ew ê kî bikeve hilbijartinê kî nekevê, heta wê gavê kî dimre kî dimîne..."
"Bi DEAŞ ji me ra qala Îslamê neke"
Serokomar Erdogan: "Rêxistina terorê ya cihêkar digel yekîtiya me ya neteweyî ala, welat û dewleta me ji xwe ra kir hedef. Armanca sereke ya hewla derbeyê ya FETOyê ya di 17-25ê kanûnê ew bû ku dewleta me bi dest bixe. Di 15ê tîrmehê da wekî PKKyê êrîşî çar sitûnan kirin. DEAŞ jî bi têgehên ku îstismar dike nexapin. Ji serê ser da li ser neyartiya vê axê, gel, rihê Îslamê û hebûna wê hatiye avakirin. Bira DEAŞ ji me ra qala Îslamê neke, ev gel bi Îslamê ra hasil bûye û rabûye pê."
Serokomar Erdogan der barê gotinên li ser terza jiyanê da wiha axivî: "Heger heta niha bi demokrasî, laîsîzm û terzên jiyanê ra pirsgirêka me çênebûbe, çima ji niha pê va çêbe? Wek mayîn wekî serokomarên berê ku li vê meqamê rûniştin, min pişta xwe nedaye selika hêkan. Ez tim bi selika hêkan meşiyam ku hêkekê jî neşkînim. Zehf baldar tevgeriyam."
Bangî ji karsazan ra
Erdogan wiha got: "Êdî her kes dibîne û dizane ku hêlekî aboriyê yên êrîşîn li dijî Tirkiyeyê heye. Wek armanc di navbera terorîstên ku di destê wan da çek û bombe hene û di navbera terorîstên ku dolar, ewro û faîza wan hene da ferq tuneye. Dixwazin çoka Tirkiyeyê deynin erdê. Dixwazin Tirkiyeyê teslim bigirin û ji armancên wê dûr bixin. Loma jî kurên dowîzê wek çek diemilînin."
Serokomar Erdogan got, "Ez dixwazim banga ku min li karsazan kiribû dubare bikim." û axaftina xwe wiha domand:
"Roj roja sermayedanîn, zêdekirina îstixdam, xebitandina çerxên sekinandî, bilezkirina xebatkaran e. Heke hûn îro vê rîska nedin ber çavên xwe dibe ku sibê roj tiştekî we yê hûn bikin rîskê di destê we de nemîne."
"Tê dîtin ku tu kûrahiya spekulasyonên li ser dowîzê tên kirin tune"
Serokomar Erdogan di waiya axaftina xwe da wiha got: "Tê dîtin ku tu kûrahiya spekulasyonên li ser dowîzê tên kirin tuneye, bi reqemên biçûk û ya rast li ser kaxizê tê zêdekirin, ev eşkere ye. Miletê me di şûna sitandina dowîzê de bi firotina dowîzê pêşî li pêla ewil a dotira roja 15ê tîrmehê dest pê kir, girtibû. Ez berdewamiya vê ji miletê xwe hêvî dikim. Divê em îro jî vê tevgera xwe bidomînin. Bankeya me ya navendî û hemû bankeyên me divê ji bo xirabkirina van lîstikan hewl bidin."