DENIZLÎ
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çerçoveya mitîngên hilbijartinê de li meydana Ozay Gonlumê ya Denizliyê bangî gel kir û li ser derbeya 17ê çileya pêşîn sekinî û wiha got: "Derbeya 17ê çileya pêşîn qaşo dê bi piştgiriya CHPê dê bihata kirin. CHPê li meclîsê rakeşiyê dê zêde bikira û li kuçe û kolanan berî hev bida. Ji bo ku li Tirkiyeyê birêvebirin pêk neyê dê wazîfeya xwe bi cih bianiya. Bi vî awayî li hev kiribûn. Lê werin binêrin ku van şerpezeyên hanê nikaribûn serî jî li Dadgeha Bingehîn jî bidin."
Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Li Pensîlvanyayê zilamek heye, (Fethulah Gulen) bavê fikra komploya 17ê çileya pêşîn ew e, kasêt û montaj hemû ji wê derê derdikevin."
Erdogan der barê dibistan, dersxane û zanîngehên cimaetê jî axivî û wiha bangî endamên wan kir: "Li vî welatî we dersxane, dibistan û zanîngeh vekir. We bi saya hikûmetê ew çênekir? ji firnikê we re bê. Heke hun dikarin, werin partiya xwe ava bikin û derkevin meydanê. Ew efendiyê we yê ku ji Tirkiyeyê reviya jî (Fethulah Gulen) bila bê û bibe serokê partiyê û siyaseta xwe bi vî awayî bikin"
Erdogan gotineke gelerî ya Denizliyê jî anî ziman û wiha dewam kir: "Li Denizliyê gotineke xweş heye, dibêjin tezgehê ku baş hatibe danîn xalîçeyên baş çêdike. Dezgehê wan xerabeye û bêguman ji wê derê tiştên baş jî dernakeve. Wan dezgehên xwe baş dananîn. Dezgehên wan bi kasêtan, montajan, tizbiyan û ananasan hatiye amadekirin"
Erdogan li Denizliyê jî dubere kir ku bila malbat zarokên xwe neşinîn dibistanên cimaeta Fethullah Gulen û rêzefîlmên ku di televizyonên cimaetê derdikevin bibîrxist.
Erdogan wiha got: "Pêyxemberê me ji Mîracê tînin û li komyonetan siyar dikin û paşê jî pey pêyxember direvin. Ev tişt di televizyonên wan de derdikevin. Tişte wiha qet dibe? Derdikevin nifiran dikin. Ne misilmanek ji misilmanekê, tu însanekê re jî nifir nayê kirin. Ew tevger ne li gor baveriya me ye. Em lanetê ji nifiran dikin û dibêjin dia bikin"
Erdogan roportaja ku rojnemeger Savaş Ayê rehmetî, bi Gulen re kiribû jî anî rojevê û wiha pê de çû:
"Wê demê (Fethullah Gulen) hê ji Tirkiyeyê nerewiyabû Amerikayê. Hê nereviyabû Pensilvanyayê. Di roportaja ku da Savaş Ay da dibêje ku 'Cebraîl jî li Tirkiyeyê partiyekê ava bike ez piştgiriyê nadim' Çi tiştekekê ecêb e. Ewqas kibir qed dibe? Qaşo li dijî siyasetê ye. Lê ev kes niha radibe û dixwaze ku li Tirkiyeyê hikûmetê hilveşîne û li welêt fitneyan derdixîne. Em li hemberhe wan bi tenê sebir dikin"
Serokwezîr destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka muxalefetê heye û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê muxalefet tuneye. Em li Tirkiyeyê desthilatiya bê muxalefet in. Pirsgirêka me tuneye. Em qet paş ve naçin û ji bo ku li hundirê welêt hizûr, edalet û pêşveçûnê, li derveyê welêt jî ji bo ku biratî, aştî û parastinê bi cih bikin, xebatên xwe didomînin. Kî çi dibêje bila bibêje, çi dike bila bike lewra li pêşiya me armancên 2023yê hene. Ji bo ku em Tirkiyeyê di nav 10 welatên ku aboriya wan herî baş e de bi cih bikin dixebitin."
Serokwezîr li ser axaftinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî sekinî û piştî gelek rexneyan got: "Di nav evqas salan de cara ewil Midûrê Giştî yê CHPê gotineke rast got. Ew dibêje 'Kesê derewkar û diz nikare bibe serokwezîr' Ji ber vê ye ku ew midûrê CHPê nikare bibe serokwezîr û ew ê tu car jî nebe. Weke ku hûn jî zanin tu gotinên wî li hev nagrin."