TBMM
Cîgirserokê Koma HDPyê Îdrîs Balûken got, "Kesê ku dibêje Pêvajoya Çareseriyê di sarincê de ye û dixwaze vê pêk bîne bi tenê Serokomar bi xwe ye. Gelê me dixwaze ku demildest mekanîzmayên ku hewce dikin bira têxin dewreyê û dîsa Pêvajoya Çareseriyê ger bikin û aştiya mayînde bînin."
Balûken di civîna çapemeniyê ya ku li Meclisê li dar xist de îdia kir ku ev 10 roj e cinazeyê 23 kesan li Kobanêyê ye, ligel hemû xebatan destûr nedan ku derbasî vî alî bikin û teslîmî malbatên wan ên li Tikriyeyê bikin.
Balûkan destnîşan kir ku destûrnedayîn tiştekê ku bê qebûlkirin nîne, ew ê hem li gor hiqûqa navxweyî he jî li gor hiqûqa navneteweyî hemû serîlêxistinan bikin.
Balûken piştî daxuyaniyê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsa der barê gotina Serokomar Erdogan a ku dibêje 'Pêvajoya Çareseriyê rakirin sarincê' de wiha axivî:
"Kesê ku dibêje Pêvajoya Çareseriyê di sarincê de ye û dixwaze vê pêk bîne bi tenê Serokomar bi xwe ye. Dane hene û nîşan didin ku di ankêtên ku wan dan kirin de ji sedî 70yî gelên Tirkiyeyê zêdetir Pêvajoya Çareseriyê dixwazin. Gelê me dixwaze ku demildest mekanîzmayên ku hewce dikin bira têxin dewreyê û dîsa Pêvajoya Çareseriyê ger bikin û aştiya mayînde bînin."
Balûken diyar kir ku piştî civîna ku di navbera Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Gişkî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu de derbasbû rewşeke baş derxiste holê, Serokomar Erdogan hê 24 saet di ser re derbas nebû daxuyaniyek da û helwesteke ku derbasî pêşiya vê hewayê bû nîşan da.