23 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got, "Hesabê me heye ku em ê ji wan durûyan pirs bikin ku keçên me yên ku di emrê zarokan da ne direvînin û li serê çiya dikin destiyê terorê û li bajaran jî qaşo xwe li 'parêzeriya mafên jinan' datînin."
Oktay di axaftina xwe ya li merasima vekirina hewzê ajneyê yê sergirtî ku bi destê Şaredariya Bogazliyanê hat çêkirin da kêfxweşî û bexteweriya xwe anî ziman ku ew li memleketê bavê xwe ligel hemşehriyên xwe hat cem hev.
Oktay bal kişand ku di 17 salan da bi seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va Tirkiye di hemû waran da gelekî bihêz û xurt bû.
Herwiha Oktay diyar kir ku Tirkiye her roj rekorekî nû dişikîne û niha jî ew gihîştin reqema 50 milyon turîstî.
- "Em ê destûrê nedin ku dayîk êdî bigirîn"
Oktay bal kişand ku wan gotibû ku ew ê bi terorê ra li kuderê dibe bira bibe, çi li rojhilatê Feratê, çi li rojavayê wî, çi li dervayî welêt çi li nava welêt, ew ê di kana wê da berteref bikin û ew vê yekê dikin jî û wiha got:
"Hesabê me heye ku em ê ji wan durûyan pirs bikin ku keçên me yên ku di emrê zarokan da ne direvînin û li serê çiya dikin destiyê terorê û li bajaran jî qaşo xwe li 'parêzeriya mafên jinan' datînin. Bi gotina Koroxlî 'merd li ber xwe dide, nemerd direve' gelî birayên hêja. Em ê ligel hemû welatiyên xwe mil bidin mil û bi merdî em ê bi ser teror û terorîstan da biçin. Em ê destûrê nedin ku dayîk êdî bigirîn."
Otay piştî axaftinê, hewzê sergirtî yê ajneyê vekir û dû ra jî derbasî Şaredariya Bogazliyanê bû.