Gul bal kişand ser têkiliyên dualî û diyar kir ku Tirkiye girîngiyê dide hevgirtina ax û aramiya, siyaset û ewlehiya Iraqê.
Gul qal kir ku bûyerên terorê yên ku li Iraqê diqewimin ne tenê gelê Iraqê, gelê Tirkiyeyê jî diêşîne û xemgîn dike. Gul diyar kir ku siyasetmedarên Iraqê ji bo ku êşên gelên Iraqê kêm bikin hewl didin û dê Tirkiye jî alîkariya xwe ya di vî warî de tim bidomîne.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî jî diyar kir ku silavên Alîkarê Serokomar Hûdeyr Hûzaî, Serokwezîr Nûrî el-Malikî û Serokê Meclisê Usame Nûceyfî aniye û hêviyên pak ên gelê Iraqê aniye.
Zebarî got ku em girîngiyê didin têkiliyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û em bawer in ku di vê heyama dawîn de ziyaret û hevdîtinên ku hatine kirin dê têkiliyên her du dewletan xurt bike.
Zebarî diyar kir ku ev ziyareta wî ya Tirkiyeyê jî li ser vê mijarê daxwaz û hêviyên siyaseta Iraqê nîşan dide.