19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
MANİSA
Li Manîsayê di operasyona terorê de Hevserokê Navçeya Saruhanliyê yê HDPyê û rêvebirên wan jî di nav de, 14 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Manîsayê serê sibê li avahiyê HDPyê ya Saruhanliyê û hin navnîşanan lêgerîn kirin.
Di operasyonê de Hevserokê Navçeyû yê HDPyê S.B û rêvebirên wan jî di nav de 14 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê", "partîzaniya rêxistina terorê" û "bi molotofan êrîşî polêsan kirin" hatin binçavkirin.
Li mala kesên ku hatin binçavkirin lêgerîn hat kirin û hin dokumanên rêxistina terorê PKKyê hatin dîtin.