ANKARA
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş der heqê heyeta şopandinê de got: "Ji bêyî şert û mercên me, ji bo mijarên aştiyê pêdiviyeke jêneger e. An na ji bo HDPê ne şert e."
Demirtaş, alîkarên Hevserokê Giştî Alî Urkut, Alp Altinors û endama Lijneya Rêvebirinê ya Navend Dîlek Yagliyê Federasyona Komeleyên Kafkasê (KAF-DER) ziyaret kir.
Demirtaş piştî ziyaretê pirsên rojnamegeran bersivandin. Demirtaş li ser pirsa 'çêkirina heyeta şopandinê ji bo HDPê şertê jêneger e an na?' got ku ew dixwazin li welêt aştî çêbibe, şer û pevçûn sekinîn, lê ji bo ku aştî mayînde bibe, divê aştî bibe malê civakê.
Demirtaş destnîşan kir, ji bo aştiyê rê û rêbazên ceribandî hene û heyeta şopandinê jî yek ji van rê û rabazan e û wiha dewam kir: "Li gor fikra me lijneya şopandinê jî wê piştgiriyê bide (aştiyê). Ne ku şertê me ye, lê ev kar wiha çêbûne. Ango du alî ji hev xeyîdîne, şer kirine. Wexta ku rûdinên diaxivin hinek hakemtiyê dikin, dibin alîkar, rê li ber wan vedike. Ji bêyî şert û mercên me, ji bo mijarên aştiyê pêdiviyeke jêneger e. An na ji bo HDPê ne şert e."
Demirtaş got ku di her hal û karî de ew ê piştgiriyê bidin pêvajoyê û wiha axivî: "Ji bo aştiya welatê me, ji bo em pir girîngiyê didin aştiyê, em nabêjin ku ev tişt şertê me ye. Înşallah di rojên pêş me de ev tişt wê bi hêsanî çareser bibin. Em wisa hêvî dikin. Biryar ya hikûmetê ye. Em wek HDP di vê mijarê de biryarê bidin jî, der heqê mijara çûyîna giravê de erêkirina dawiyê ya hikûmet û Wezareta Dadê ye."
Demirtaş li ser pirsa 'Beriya ku heyeta şopandinê here giravê, gelo pêkan e ku PKK kongreya ku Abdullah Ocalan got bicivîne?' jî got ku biryara vê yekê ew nadin, raye û hêza biryardayînê ya HDPê di van mijaran de tuneye.
Demirtaş got, "Heke bê şert û merc çek werin danîn, ew ji bo vê rewşê îtîraz nakin" û wiha dewam kir: "Heke ku kongreyê bicive, bê şert û merc bicive, em li dijî vê yekê nabin. Normal e ku bicive, jixwe em dibêjin bila bi rê û rêbazeke maqûl bicive. An na bila kes bi gotinên afakî ve xeyalên pûç nefroşe civakê, nebêjin ku 'aştî çêbû, wê çêbibe, hat, wê were' û badilhewa hêviyê nedin mirovan û pişt re li welêt rageşiyan çênekin. Em ji van yekan re dibêjin şaş in."
Demirtaş got ku heke hikûmet rê û rêbazên pêvajoya çareseriyê bişopîne, ew ê hemû bi hev re bigihîjin encamê û wiha dewam kir:
"Hikûmet vê gavê dibêje 'lijneya şopandinê wê çêbibe'. Ev girîng e. Birêz Serokomar gotibû ku ew li dijî vê ye, lê heke hikûmet îradeya xwe derxe pêş û lijneya şopandinê bixe dewrê, ev yek wê ji bo pêşveçûna pêvajoyê baş bibe. Ev şert û lêferzkirineke HDPê nîne. Bi gelemperî wiha didin nîşan, lê ev di nav pêvajoyê de lêferzkirina pêvajoyê ye, divê wiha bibe. Divê mirov bi lez û bez hereket bike, mekanîzmayan ava bike, demildest heyetên şopandinê çêbike, bi lez û bez gavan biavêje ku aştî zûtir çêbibe. Ev lêferzkirineke HDPê nîne. Lêbelê di encamê de alî li ser çi mijarê hev bikin, em hemû em ê li ser van nîqaşan bikin. Em wek şert û merc ji kesî re astengiyê dernaxin. Bes bila pêvajo dewam bike."