Betül Bilsel,Utku Şimşek
07 Hezîran 2025•Rojanekirin: 08 Hezîran 2025
Heyeta Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) bi minasebeta Eyda Qurbanê heyetên AK Partî û DEM Partiyê ezimandin.
Ji bo eydaniyê ewil heyeta DEM Partiyê çû Navenda Giştî ya MHPyê. Zuhal Topcuya Alîkara Serokê Giştî yê MHPyê, Turan Şahinê endamê MYKyê û Kordînatorê Dibistana Siyaset û Lîdertiyê û Ozmen Alp Giray Erdemirê endamê MYKyê, heyeta DEM Partiyê ezimand.
Heyeta DEM Partiyê ya bi serokatiya Zulkuf Uçarê Parlamenterê Wanê va jî ji Cemile Turhalli Balsak a endama MYKyê û Fatma Koçyigit Onera endama MPyê pêk hat.
Uçar der heqê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha got, "Helwesta Birêz Bahçeli ya di warê avakirina komîsyonê da bi qîmet bû. Avabûna komîsyonê ji hêla civakîbûna pêvajoyê û qaîmkirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê va giring e. Em dubare dixwazin ku ev pêvajo vegere ser rengê aştî, demokrasî û biratiyê."
Zuhal Topcuya Alîkara Serokê Giştî yê MHPyê jî der heqê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha got, "Birêz Devlet Bahçeli û bi taybetî jî Birêz Serokomar piştgiriya xwe anîn ziman. Êdî aqilekî hevpar heye. Bi min em bi rihetî dikarin bêjin ku ev kar dê biçe serî û çareser bibe."
Piştî DEM Partiyê, heyeta AK Partiyê bi minasebeta eydaniyê çû ziyareta Navenda Giştî ya MHPyê.
Heyeta AK Partiyê bi serokatiya Kerem Ali Surekliyê Alîkarê Serokê Peywendiyên Civaka Sivîl û Gel ê AK Partiyê va heyeta MHPyê ziyaret kir.
Di ziyareta xwe da Kerem Ali Surekli jî der heqê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha axivî:
"Asta ku di mijara Tirkiyeya Bêteror da em gihîştinê, cihê kêfxweşiyê ye. Înşelah pêvajoya biratiyê dê bi xurtbûnê va bidome. Dema pêvajo bi rengê xwe yê plankirî bi dawî bibe, ev pirsgirêk bi awayekî ku êdî careke din neyê rojevê, dê bi dawî bibe."