14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2017
KAHRAMANMARAŞ
Huseyîn Yaymanê Alîkarê Wezîrê Çand û Tûrîzmê di konferansa "Pergala Serokatiyê û Vizyona Tirkiyeya Nû" da ku Şaredariya Bajarê Mezin a Kahramanmaraşê li Navenda Çandê ya Mehmet Akif çêkir da xeberda û der barê taybetiyên pergala serokatiyê da agahî da.
Yayman diyar kir ku bi desthilatdariya AK Partiyê ra di 3yê Mijdara 2002yan da li Tirkiyeyê şoreşeke bêdeng çêbû û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji wê demê heta niha 5 hilbijartinên giştî, 3 hilbijartinên herêmî, 2 referandûm û hilbijartineke Serokomariyê hatin kirin. Piştî 15 salan jî partiyeke ku ji sedî 50 ray distîne heye."
Yayman der barê tiştên ku li Tirkiyeyê teze hatin kirin da axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê meseleya mêzinkirina kar û refahê heye.
Yayman bal kişand ku veberhênaneke mezin heye û ji ber vê jî bi teroreke asîmetrîk va têkoşîneke asîmetrîk a li dijî vê didin, Tirkiye di tesîra vê da dimîne. Yayman wiha pê da çû:
"Hemû serokên rastgiriya navendî ji bo Tirkiyeyê sîstema serokatiyê xwestine. Ev jî tê meneyê ku ev tiştekî nerind nîne û nîşan dide ku bi tenê Tayyîp Erdogan naxwaze. Serokên din jî vê dixwazin. Welatên ku li dinyayê yên herî pêşketî çito tên rêvabirin? Sîstema serokatiyê heye? Sîstema parlementeriyê heye? Qraltî heye? Monarşiyeke meşrûtî heye? Çi heye? Lîsteya dewletên ku hem bi sîstema parlementeriyê hem jî sîstema serokatiyê tên rêvabirin. Sîstema serokatiyê li DYAyê heye. Amerîka tu cihê bû? Na. Aboriya Amerîkayê ne rind e? Na."
Yayman got ku gel dibêje "Em ê te bikin serok" û wiha axivî:
"Serokatî bê, bi rastî niha navê wê bûye Serokomarî, ev modela Tirkiyeyê ye. Eger serokatî bê wê rêzên li pêşiya nexweşxaneya kêm bibin gelo? Erê wê kêm bibe. Em ê kar bibînin? Erê em ê bibînin hevalno. Hemû kes wê pêşiya xwe bibîne. Em bêjin dewlet baş rêvenebir, wê hingî ewê here û wê şûna wî yekî nû bê."