Sekreterê Giştî yê Hizbûllahê Hesen Nasrallah destnîşan kir ku di koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike de cî nagirin.
Nasrallah got em naxwazin Lubnan di koalîsyona di pêşengiya DYAyê de cî bigire û wiha got: "Her kes dizane em li dijî DÎŞI û wan rêxistinan in ku her kesî tekfîr dikin, gefan li gelê herêmê dixwin û serjê dikin, lê dîsa jî wek rêgez em li dijî midaxeleyên derveyî ne."
Nasrallah di berdewamiyê de wiha axivî: "Li dinyayê bingeh û çavkaniya terorê DYA ye û piştgirê dewleta siyonîst e. Ji ber vê jî em di koalîsyona di serkêşiya DYAyê cî nagirin û ev exlaqî jî nîne."