Hikûmeta Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî Barzanî nirxand.
Di malpera fermî ya HKIyê de behsa hûrgiliyên hevdîtina Erdogan û Barzanî hat kirin û hat gotin ku di hevdîtinê de bûyerên Rojhilata Navîn û yên HKIyê hatin axaftin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi taybetî zêdetir li ser êrîşên rêxistinên terorê yên li Mûsil, Tikrît û pişt re jî yên li herêma Kurdistanê hat sekinîn û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Mijara şerê pêşmergeyan a li hember rêxistina terorê, herêmên ku bi dest xistin, bûyerên siyasî yên li Iraqê, hikûmeta nû û bûyerên Rojhilata Navîn bi hûrgilî hatin axaftin."
Hat gotin ku Serokomar Erdogan di hevdîtinê de wiha got: "Tirkiye heta dawiyê dê li gor peymanên ku îmze kiriye tevbigere û dê hevkariya xwe ya bi herêma Kurdistanê re bidomîne. Herêma Kurdistanê bi rewşeke nebaş ve rû bi rû ye û em jî bi awayekî cidî hewl didin ku alîkariyên xwe zêdetir bikin. Em ê bi taybetî alîkariyên xwe yên mirovî yên ku heta niha me bi awayekî serkeftî dikir bidomînin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Erdogan destnîşan kir ku ew der barê meseleya terorê de hevkariya hêzên koalîsyonê dikin û ew ê bi herêma Kurdistanê re jî dê heman awayî hevkariyê bikin ku bila têkoşîn bê dayîn.
Hat gotin ku Barzanî jî ji bo vê tevgerê û alîkariyên Tirkiyeyê spasiya Erdogan kir û wiha got: "Herêma Kurdistanê hê zedetir piştgirî û alîkariyê ji Tirkiyeyê dixwaze. Herêma Kurdistanê dixwaze ku di navbera her du aliyan de pêwendiyên siyasî û aboriyê zêdetir pêş ve biçin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Barzanî der barê beşdariya rêvebiriya Bexdayê ya herêma Kurdistanê de jî wiha got: "Em beşdarî vê hikûmetê bûn ku ji bo ku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin rêvebiriya Iraqê bila careke din bifikire, me ev derfet da wan. Em hêvî dikin ku pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û herêma Kurdistanê re bigihêjin asteke baş."