BURSA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku Selahattîn Demirtaş di hilbijartina serokomariyê da herî kêm 3 pûan ray ji hilbijêrên CHPyê wergirt û wiha got: "Heger rayên CHPyê li CHPyê vegerin û komên din jî ray bidin hin kesên din, potansiyela wan di navbera 6 û 7an da ye. Heger tu bi vî awayî bi wêrekî bikevî hilbijartinê ez ê te pîroz bikim. Lê heger encam ev be, rica dikim gefan li gel nexwe. Li AK Partiyê jî qet gefan nexwe."
Arinç li Serokatiya Bajêr a Bursayê ya AK Partiyê civîna çapemeniyê çêkir. Arinç wiha got: "Lijneya Hilbijartinê ya Bilind destnîşan kir ku di hilbijartina parlementeriyê ya di 7ê hezîranê da yên ku dixwazin bibin namzed, divê heta 10ê sibatê ji saziyên fermî îstifa bikin, yên ku di saziyên fermî da naxebitin jî ji bo wan demeke dirêj heye.
Daxuyaniyên Selahattîn Demirtaş
Li ser pirsa "Serokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş do der heqê benda hilbijartinê da daxuyanî da. Qesta wî hûn bûn. Digot 'Em ê xwesteka Arinç di ber wî da bihêlin, em ê bendê derbas bikin.' Hûn ê li ser vê çi bibêjin?" Arinç wiha axivî: "Ez di Star TVyê da ji bo ku pirsîbûn axivîm. Niha rojnamevan çawa bipirse li gor wî bersivê didin. Rojnamevan li gor bersiva ku dixwaze bibihîze, pirsan dike. Heger meriv meseleya di pirsê da baş fehm bike, meriv baştir dikare bersivê bide. Yên ku li Star TV temaşe kiribin dikarin min der barê komisyona lêpirsînê, bûyera terorê ya li Parîsê da çi gotiye baş fehm bikin. Ez di nav nîv saetî da li ser hin mijaran axivîm. Niha mijara Demirtaş û HDPyê wiha ye; HDPyê heta niha benda hilbijartinê ji bo xwe wek asteng dîtiye û bi namzedên serbixwe ketiye hilbijartinê. Hejmara parlementerên serbixwe carna 7-8 kes bûye, carna 28-30 kes bûye. Paşê têm cem hev û di bin navê komê da partiya xwe temsîl dikin. Ev rêbazek e. Niha em dibînin ku Demirtaş di hilbijartina serokomariyê da ji sedî 9 ray wergirt. Dibêjin em ê benda ji sedî 10î derbas bikin û wek partî bikevin hilbijartinê. Ya rast gerek meriv vê pîroz bike. Heger dibêjin em ê benda ji sedî 10î derbas bikin û em ê wek partî bikevin hilbijartinê, em wan teqsîr dikin. Ev karê wêrekiyê ye. Ev îdiayek e. Em nikarin vê rexne bikin."
- "Gefan li me dixwin"
Arinç der heqê daxuyaniya xwe ya di televizyonê da wiha got: "Demirtaş û HDP li derekê gotine, 'Heger em wek partî bikevin hilbijartinê û benda ji sedî 10î derbas nekin, parlementer dernekevin Tirkiye tevlihev bibe. Wê PKK ji vê îstifade bike û wê ev bi kêrî PKKyê were.' Ez li hemberî vê derdikevim. Yanê gefan li me dixwin. Dibêjin, 'Ez ê wek partî bikevim hilbijartinê û heger ez bendê derbas nekim, hûn bifikirin. Em ê tevliheviyê derxin.' Ev tê qebûlkirin? Em qebûl nakin. Heger wek partî îdiaya we heye, hûn ê bikevin hilbijartinê encama qebûl bikin. Heger hûn bendê derbas bikin em ê silavê bidin we, siyanetê nîşan bidin. Dibe ku hûn 40-50 parlementerî derxin, lê dibe ku hûn dernexin jî, ev meseleya me nîne. Hûn bi gef, şantaj û tundiyê ji herêmê ray werdigirin. Heger hûn dibêjin em wek partî jî dikarin serkeftî bibin, hûn ê encamê qebûl bikin. Heger hûn bi ser nekevin, hûn çima gefan dixwin û dibêjin em ê derkevin çiyê? Min mînak da, di 2002yan da Partiya Rêya Rast di serokatiya Mehmet Agar da ket hilbijartinê, digot ez ê bendê derbas bikim, lê di 9,5ê da ma. Bi nîv pûanî wenda kir. Mehmet Agar derket çiyê? Negot 'Ez ê agir berdim kuçe û kolana, wekî 7-8ê cotmehê her derê belawela bikim.' Baş tê bîra min, di sala 1999an da em li parlementoyê bûn. CHPyê benda hilbijartinê derbas nekir û ji sedî 8,5 ray wergit. Deniz Baykal îstifa kir. Lewra derneket çiyê û gef nexwar. Hema CHP di sala 95an da bend derbas kir û 49 parlementer derxist. Ez ji HDPyê ra vê dibêjim. Heger bendê derbas nekî kêmasî ya te ye, ne ya gel e. Nebêje wê wiha bibe, nizanim filan bibe."