Önder Beyter
18 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2016
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli got ku MHP dixwaze pergala parlementeriyê bê revîzekirin, reformekirin û bê domandin, lêbelê tu xetereyeke xwe tune ku ji miletê me, hizr û ramana wê bê pirsîn û jê were xwestin ku midaxilê pêvajoyê be da ku dawî li rewşa fiîlî were û wiha destnîşan kir, "Ez bi miletê tirk bawer im, ez wisa bawer im ku heger AKP amadehiya Destûrê bîne Meclisê, rêgez û hesasiyetên me li ber çavan bigire, dê encameke baş û maqûl jê derkeve."
Bahçeli di komcivîna partiya xwe da axivî û diyar kir ku wî di komcivîna hefteya borî da di mijara destûra nû da nirxandinên xwe îfade kirin û seranserê hefteyê mijar ji hemû aliyan va hat nîqaşkirin.
Bahçeli wiha xeberda, "Min got, birêz Serokomar bira dev ji serokatiya fiîlî berde ku bona me ya herî rast ev e, an jî min got bona ku rewşa fiîlî statuyeke hiqûqî bistîne, bira destxwera li rê û rêbazan bigerin."
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçeli gotinên xwe yên der barê mijara referandûma serokatiyê da zelal kir û wiha destnîşan kir, "MHP dixwaze pergala parlementeriyê bê revîzekirin, reformekirin û bê domandin. Lêbelê tu xetereyeke xwe tune ku ji miletê me, hizr û ramana wê bê pirsîn û jê were xwestin ku midaxilê pêvajoyê be da ku dawî li rewşa fiîlî were. Ez bi miletê tirk bawer im, ez wisa bawer im ku heger AKP amadehiya Destûrê bîne Meclisê, rêgez û hesasiyetên me li ber çavan bigire, dê encameke baş û maqûl jê derkeve."