ANKARA
Li gor daxuyaniya nivîskî ya partiyê, di civîna Lijneya Birêvebiriyê ya Navendî de li ser rewşa siyasî, xebatên rexistinî û plansaziyê, pêla çareseriyê û rûdanên Rojava hat sekînin.
Biryar hat dayîn ku di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo ku pêla çareseriyê ji hêla hikûmetê ve neyê hebakirin, dê li Diyarbekir, Îstanbûl, Mersîn û Vanê bi navê " hikûmet gavê biavêje" mîtîng bên li dar xistin û digel vê jî li her bajar, navçe û bajarokan jî çalakî bên lidarxistin.
Hat diyarkirin ku di civînên gel yên ku dê bên lidarxistin de, silav û peyama spasiyê ya Abdullah Ocalan ya ku ji bo piştgiriya gel ya pêla çareseriyê ji gel re şandibû, dê bi gel re bê parvekirin.
Der barê bûyerên Rojava de jî hat gotin ku kurd li ser xaka xwe bixwe, beyî ku bi kesî re bikevin pevçûnan, hewl dide ku bi gelên ku bi wan re dijîn re pergaleke demokratîk ava bike, çete jî hewl didin ku xaka wan dagir bikin û kurtasiya bûyerên Rojava ev e.