16 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2018
DOHA (AA) - Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê operasyona dijî YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyeyê bike da wiha got: "Em nikarin ji dewlet an jî sazûmanên biçûk ên wek dewletê yên ku PKK an jî şaxên wê yên li Sûriyeyê dixwazin ava bikin ra çavê xwe bigrin. Ev li dijî ewlehiya me ya neteweyî rasterast tehdîdek e. Ji bo ku em sînorên xwe biparêzin emê hemû tevdîran bibînin. Ev ne bi tenê ji bo feydeya me, di heman demê da ji bo yekîtiya Sûriyeyê ye jî."
Kalin li Qeterê beşdarî 18emîn Foruma Dohayê bû û li wir axivî.
Kalin got li dinyayê heke li cihekî tiştek biqewime tesîra wê digîhîje li hemû dinyayê, ji ber vê mirov nikare li hember bûyeran xemsar tevbigere.
Kalin Îslamafobiyê, radîkalbûnê, pêvajoya Bretîxê ya li Îngîltereyê û bûyerên li Fransayê ji bo vê mînak nîşan dan û got ev tesîrê li hemû dinyayê dikin û kîjan mijar dibe bila bibe divê mirov li gor esasên wekhevî û edaletê tevbigerin.
- "Li Sûriyeyê hê gelek tişt hene divê em bikin"
Berdevk Kalin der barê mijara Filîstin û Sûriyeyê da axivî û got Ewropa li hember van meseleyan tevgerên xwe li gor tevgerên Amerîkayê diyar dike, lê divê him Ewropa û him jî welatên Îslamê tiştekî bikin.
Der barê şerê li Sûriyeyê da Kalin got divê Ewropa tiştekî bike û wiha axivî: "Di 27ê Cotmehê da me li Stenbolê Rûsya, Tirkiye, Fransa û Almanya di civînekê da anî bal hev, cara ewil welatên koma Astanayê û endamên 'komên biçûk' hatin cem hevdu. Piştî vê du encamên girîng çêbûn. Ji van yek agirbesta li Îdlibê ya ku hê dewam dike, ya din jî mijara komîteya qanûna bîngehîn e. Me di van mijaran da gav avêtin. Lê ev têrê dike? Helbet na. Li Sûriyeyê hê gelek tişt hene divê em bikin."
Kalin ji bo çareseriya pirsgirêka Filîstîn-Îsraîlê jî got divê Ewropa li gor tevgerên Amerîkayê na, li gor edalet û hevsengiyê tevbigere û wiha dewam kir: "Li vir qurban hatin sûcdarkirin. Di ser da hê ew di bin dagirkeriyê da ne. Çareserî li ku ye? Ka piştgiriya ku Ewropa dikare bide li ku ye? Ka çareseriya wek Tirkiye em dikarin bikin, an jî welatên Ereb dikarin bikin li ku ye? Ez li vir (welatên Îslamê) aliyê me jî gazî wezîfeyê dikim."
- "Ji bo ku em sînorên xwe biparêzin emê hemû tevdîran bibînin"
Kalin der barê operasyona dijî YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyeyê bike da wiha got: "Em nikarin ji dewlet an jî sazûmanên biçûk ên wek dewletê yên ku PKK an jî şaxên wê yên li Sûriyeyê dixwazin ava bikin ra çavê xwe bigrin. Ev li dijî ewlehiya me ya neteweyî rasterast tehdîdek e. Ji bo ku em sînorên xwe biparêzin emê hemû tevdîran bibînin. Ev ne bi tenê ji bo feydeya me, di heman demê da ji bo yekîtiya Sûriyeyê ye jî."
Kalin got Amerîka ji ber sê sedeman li Sûriyeyê ye û wiha dewam kir: "Ya ewil ji ber têkoşîna bênavber ya li hemberî DEAŞê, ya duyem, ji ber îstiqrar û ewlehiyê ya ku yekîtîya axê çêbike û ya sêyem jî niha bi eşkere tînin ziman hêzên Îranê ji Sûriyeyê bên derxistin."
Kalin anî ziman di hevdîtina dawîn a bi Amerîkiyan ra da wî ji muxatabên xwe ra gotiye herdu hedef temam lê ji bo derxistina hêzên Îranê yên ji Sûriyeyê ewê çi bikin û çima ew ji xwe ra kirine hedef ew fêm nake.