Serokomar Abdullah Gul di dema serdana xweya Walîtiya Kutahyayê de daxuyanî da rojnamegeran û bersiva pirsên wan da.
Ji Gul hat pirsîn ku "Gelo ji bo hilbijartina serokomiriyê dê çi demê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re bê bal hev? û ew gotina ku Serokwezîr gotibû "Heke ez bibim serokomar ezê hemû rayeyên xwe bi kar bînim" hat pirsîn. Serokomar jî destnîşan kir ku li ser vê mijarê şîrove û pirs gelek asayî ne û wiha dewam kir: "Pêvajoya hilbijartina Serokomariyê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ve tê diyarkirin. Ez ewilî vêya bibêjim, ez wisa bawer dikim ku pêvajoya hilbijartina vê serokomariyê dê gelekî baş be. Lewra ew qeyran, gengeşî û pirsgirekên ku me berê dîtin dê neqewimin. Tu nediyariyeke neliberçav jî xuya nake. Ji ber vê jî divê tu kes barekî siyasî yê ku dibe sedema qeyranan nede ser pişta Tirkiyeyê. Ji ber vê jî ez ji her kesî re dibêjim bila aram bin û li karê xwe binêrin. Di vê demê de helbet dê namzed derkevin û ev yek jî di rojên pêş me de dê diyar bibin. Mijarên ku min û birêz Serokwezîr eleqedar dikin wek ku me berê jî gotibû em ê werin bal hev û li serê xeber bidin. Wek ku hûn jî dibînin ji niha ve hin hevdîtin û xebat tên kirin. Lewra ev tiştên ku tên kirin beriya her hilbijartinê jî tên kirin."
Serokomar destnîşan kir ku ew di hemû dem û dezgehên dewletê de xebitiye û wiha pê de çû: "Ez di hemû dem û dezgehên dewletê de xebitîm û min xizmet kir, bi rûmeteke mezin jî wezîfeyên xwe bi cih anî. Ji bo vê jî quretî hewce nake. Ez dixwazim vê yekê jî bi were parve bikim ji bo pêşerojê plana min a ku ez di siyasetê de cih bigirim tuneye. Lewra ez lê dinêrim ku gelek gotegot hene. Dema ku roj bê li ser van mijaran axaftin jî dê gelek zêde bibin."