09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Niha rabûne bê şerm û fedî dibêjin, divê muzakereyên Tirkiyeyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re cardin binirxînin. Hûn dereng man, bi lez û bez çav lê bigerînin. Lê tenê çav lê negerînin, biryara xwe ya dawîn jî bidin."
Serokomar Erdogan di MUSÎAD EXPO û 20emîn Kongreya Foruma Kar a Navneteweyî ya ku li Navenda Fuarê ya CNR EXPOyê hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku Tirkiye di qada aboriyê da pêşketineke dîrokî bi dest xist û wiha pê da çû: "Di 14 salên dawî de Tirkiye bi taybetî di qada aboriyê de pêşketineke dîrokî bi dest xist. Mînak di navbera sala 2003-2015an de leza me ya mezinbûnê ji sedî 4,7 bû. Di 3 salên borî de, gelek bûyer qewimîn, ligel evan bûyeran leza me ya mezinbûnê li ser navendiyê bû. Di her du hilbijartinên dawî de bûyerên terorê çêbûn, lê rêjeya mezinbûnê ya Tirkiye di sala 2015an de ji sedî 4 bû."
Serokomar di peyama xwe ya ji bona karsazan da got ku vî welatê hanê tu carî kes û dezgehên pê bawer bûn û veberhênan kirin mehcûb nekiriye û axaftina xwe wiha domand: "Ne bûyerên terorê ne jî qeyranên li dorberê rastiya Tirkiyeyê nîşan didin. Ji bo ku Tirkiyeya rastî bibînin dibê li veberhênan û projeyan mêze bikin. Ez dixwazim bi tenê ji îsal mînakan bidim; hûn jî dizanin ku Tirkiye îsal rastî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê û hin bûyerên terorê hat. PKK, PYD, YPG; DEAŞ, FETO li hemberî van hemûyan Tirkiyeyê projeyên ku li dinyayê jê tên behskirin li pey hev çêkir û ji bo xizmetê vekir û dest bi amadehiyên teze jî kir."
Nêrîna rojavayê ya li rojhilatê ku oryantalîzmê eşkere dike jî di rojeva Serokomar Erdogan da cih girt û wî ew nêrîn rexne kir û got: "Mixabin hê jî nêrîna rojavayê ya li rojhilatê oryantalîzm eşkere dike. Ji bo piraniya kesên ji rojavayê, rojhilatî nûnerên edetên kevin û ji fikr û ramanan ra girtî ne. Di nirxên rojhilatê da ku ji bo gelek medeniyetên mirovahiyê bûye navend ciyê vê tuneye. Hûn çiqas pêşketî bin jî di çavên rojavayê da di rêza duyemîn da ne. Me vê rastiyê di pêvajoya Yekîtiya Ewropayê ku qederê nîvsedsalek ajot da dît."
Serokomar bal kişand ser helwesta Rojavayê ya ku ji bo penaberên Sûriyeyî û Efrîqayî nîşan didin û wiha xeberda: "Rûyê rastîn ê Rojavayê îfşa dike, ev bi îbret e. Ev 6 sal in birayên me yên sûriyeyî têkoşîneke hebûn-nebûnê didin. 600 hezar mirov bi terora dewletê û bi êrîşên rêxistinên terorê hatin kuştin. 12 milyon meriv ji mal û milkê xwe bûn. Bajar, mizgeft, pirtûkxane, nxweşxnaeyên hezar salî hemû xerab bûn. Ev rewş qet nebû rojeva welatên Ewropayê. Gelê Sûriyê di têkoşîna azadiyê da tenê hîştin. Mezlûmên Sûriyê ev 6 sal in tenê hîştin. Gel ji însafa rejimeke wisa ra ma ku bi her cure çekan gule ser wan da hat barandin. Guh neda birînên zarokan. Em vê jî dizanin; kîjan welat çekan dide van terorîstan, em vê dizanin. Bi hezaran meriv li Behra Spî û behra Egeyê xeniqîn. Gelo wijdan rojava ya ku dersa mafên mirovan û demokrasiyê dide, hîç ji bo van hêsir barandin?
Niha rabûne bê şerm û fedî dibêjin, divê muzakereyên Tirkiyeyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re cardin binirxînin. Hûn dereng man, bi lez û bez çav lê bigerînin. Lê tenê çav lê negerînin, biryara xwe ya dawîn jî bidin."
Der barê armanc û hedefên Tirkiyeyê da jî Serokomar Erdogan got: "Hedefa me ew e ku li hemû welatên afrîkayê balyozxaneyên xwe vekin. Ez îsal mêla xwe didim ser wê derê, çaxa ku li vê derê zivistan e ez ê bi îzna Xwedê li welatên Afrîqayê bigerim, hem balyozxanyên me yên li wan deran ziyaret bikim hem jî bi karsazan va li wan deran cîvinên hevpar bikim. Dibê em vê bikin. Dibê em berî xwe bidin wan deran û girêniyê bidin wan deran. Ji bo ku tehrîka rêxistina melum a li wê derê bê berterefkirin dibê MUSÎAD bi Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ra gavan biavêje."
Ji mijarên sereke yên ku di rojeva Serokomar Erdogan da cih girtin yek jî meseleya welatên ku deriyê xwe ji terorê ra vedikin bû û ji bo vê yekê jî wiha axivî: "Wexta darazê wezîfeya xwe dikir ma gelek kes nerevîn Rojava û Ewropayê? Kî deriyê xwe ji terorîstên ku ji vir direvin ra vedike? Rêveberên Rojavayê, serokomar, serokwezîr û wezîr deriyê xwe ji bo wan vedikin. Gelo heger Tirkiye deriyê xwe ji bo terorîstên Rojavayê veke wê helwesta wan çi be? Ez vê mereq dikim. Lê dixwazim vê bizanibin ku ev bûmerang wê li we jî bikeve."
Ji bo girtina siyasetmedarên HDPyî jî got: "Serokê partiyên siyasî jî diçin îfadeya xwe didin û paşê vedigerin ser karên xwe. Te jî heman tişt bikira. Çima te wisa nekir. We got 'Li pişta me PKK heye, YPG heye'. Bira ew bên te xilas bikin. Li pişta rêxistinên terorê tunin. Li pişta me Heq teala heye, gel heye. Ferqa me ev e.
Ji aliyekê va tu yê PKKê rêxiastina terorê îlan bikî, ji aliyekê va jî tu yê deriyê Parlementoya Ewropayê ji rêveberên PKKya rêxistina terorê ra vekî. Ev çi karekî ecêb e? Helwesteke wiha seqet çawa çêdibe? Mimkûn e ku meriv vê pesend bike? Ev serdapê durûtî ye. Durust bin durust, siyasetê durust bikin."
Serokomar Erdogan helwesta hin welatên Rojavayî yên ku ragihandin ew dikarin deriyê xwe ji penaberên siyasî re vekin renxe kir û got: "Madem li Ewropayê hinek dibêjin, 'em amade ne ku deriyê xwe ji penaberên siyasî ra vekin', nexwe em jî dibêjin, 'werin karekî bixêr bikin'. Deriyê xwe ne ji terorîst û piştevanên terorê ra ji mezlûmên sûrî yên ku 6 sal in di bin zilmê da ne, ji mexdûrên efrîqî ra vekin. Madem deriyên ve ewqas fireh in û hûn xwedî li terorîstan derdikevin, nexwe hûn çima deriyê xwe li penaberan digirin. Madem hûnê hinekan hildin welatê xwe, wê demê ne terorîstan, mexdûrên terorê hildin.
Şerm nakin û xwîna ku di destê wan geriyaye nanihêrin û me dişibînin Naziyan. Nazî hûn in. Hişmendiya Naziyan li Rojhilatê derneketiye, li Rojavayê derketiye û bûye sedema afatên mezin. Fikra komkujiya însanan li Rojhilatê derneketiye, çavkanî Rojava ye. Kesên ku hesabê welatiyên me yên li Solîngenê hatin şewitandin nede, nikare zimandirêjiyê bike."
Serokomar herî dawîn hilbijartina serokatiyê ya li DYAyê pêk hat bi bîr xist û got:"Hûn jî dizanin ku li Amerîkayê hilbijartin hat kirin û piştî 2 serdeman demokratan îqtidar dewrî komarparêzan kir. Gelê Amerîkayê wisa xwest û bi vê xwestinê li Amerîkayê heyameke teze dest pê dike. Hêviya min ew e ku ev tercîha gelê Amerîkayê ji bo maf û azadiyan, demokrasiyê û bûyerên ku li herêma me diqewimin bibin wesîleya gavên bi xêr. Ez li ser navê xwe û miletê xwe hêvî dikim ku tercîha gelê Amerîkayê bibe sedema siberojeke serkeftî."