30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
SILÊMANÎ
Hat ragihandin ku PKKya rêxistina terorê li ser sînorê Iraq û Îranê "zexta xeracê" li ser welatiyên ku bazirganiyê dikin, dike û çûn û hatinê asteng dike.
Qaymeqamê Penciwîna Silêmaniyê Zana Rahman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Milîtanên çekdar ên PKKê li herêma me pêşiya bazirganên ku li ser sînor bazirganiyê dikin, digrin û xeracê ji wan distînin. Me Waliyê Silêmaniyê der barê mijarê da agahdar kir. Hê bersivek nehat dayîn."
Rahman got ku bazirganiya li ser sînorê Iraq û Îranê li ser pişta hemal û heywanan tê kirin, gelê herêmê bi saya vê bazirganiyê debara xwe dike. Rahman destnîşan kir, gelê herêmê ji zexta PKKê gilîdar e û rêxistinê debara mirovan qut kir.
Gundiyên li herêmê jî ji ber ku PKK rêyên sînor kontrol dikin, bi fikar in. Ji gundiyan Merîwan Salih wiha axivî: "Hatina elemanên çekdar ên PKKê me ditirsîne. Lewra dibe ku Îran van deran bombebaran bike. PKK hem ji welatiyên Iraqê hem ji yên Îranê bi zorê xeracê distîne û li herêmê bi cî dibe."
Gelê herêma Hawara bajarê Helebçeyê ku li ser sînorê Îranê ye, jî ji hebûna PKKê ya li herêmê aciz e. Ji şêniyên gundê Hawarê Hemerahîm Hemeşerîf got ku PKK xeracê ji kesên ku li ser sînor bazirganiyê dike, distîne û gelê herêmê ji vê aciz e.
Tacîr Subhan Ciwanroyî jî diyar kir, ji ber ku PKK li ser rê û dirban xeracê dibire, wî dev ji bazirganiyê berda. Gundiyên ku nexwestin navê xwe bidin jî gotin ku mensûbên PKKê serê heywanê 10 dolar xeracê dixwazin, ji ber vê jî bazirganiya sînor li ber seknê ye.