Utku Şimşek
03 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşên terorê yên ku li Kîrmana eyaleta Îranê hatin kirin da got ku "Ez sersaxiyê didim gelê Îranê yê dost û bira."
Serokomar Erdogan ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî peyamek parve kir û ev gotin:
"Em ji ber êrîşên terorê yên menfûr ên li Kîrmana eyaleta Îranê gelekî xemgîn bûn. Ez sersaxiyê didim gelê Îranê yê dost û bira. Xwedê reham xwe li kesên ku di êrîşan da jiyana xwe ji dest dan bike, şifaya xêrê bide birîndaran. Ez sersaxiyê didim gelê Îranê yê dost û bira."