Önder Beyter
11 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Heater Nauertê destnîşan kir ku biryara rawestandina miemeleyên vîzeyê yên DYAyê, ne tenê ji aliyê Balyozê DYAyê yê li Enqereyê John Bass hat dayîn, lêbelê bi Wezareta Karên Derva, Qesra Spî û Konseya Ewlekariya Neteweyî ra bikordîne hat dayîn."
Nauertê di civîna çapemeniyê ya rojane da bersiv da pirsên der barê rawestandina miemeleyên vîzeyê yên dualî yên Tirkiye û DYAyê da.
Berdevkê bal kişand ku Balyozê DYAyê yê li Enqereyê John Bass bi serê xwe biryara rawestandina miemeleyên vîzeyê neda û wiha dewam kir:
"Balyozên me bi serê xwe tevnagerin. Em ligel balyozên xwe xwedan kordîneyeke nêzîk in û bi wan ra hevkariyê dikin, bi taybetî jî bi Balyoz Bass ra. Me pê ra li ser têlefonê gelek caran qise kir, me li gelek deverên cuda pê ra civîn pêk anîn. Hertim bilez li mirov vedigere. Yek ji balyozên me yên herî zîrek e ku li ser wezîfeyê ye. Ji ber peywira wî ya li Tirkiyeyê, em bi wî serbilind in û em li bendê ne ku derbasî ser wezîfeya xwe ya nû bibe. Kordîneya vê (biryara vîzeyê) bi Wezareta Karên Derva ra hebû. Bi Qesra Spî û Konseya Ewlekariya Neteweyî ra bikordîne bû."
Ji bo pirsa, "Ji bo ku li Tirkiyeyê xizmetên vîzeyê careke din dest pê bikin, DYA çi dixwaze?", Nauertê wiha bersiv da, "Heger îznê bidin ku parêzerên wan bi wan (kesên girtî) ra hevdîtinê bikin, ev yek wê bibe destpêkeke baş. Bi qasî ku em dizanin nehiştin bi şêwirmendên edlî ra hevdîtinê bikin. Heya niha me tu delîl nedît ku ji tawanbariyên hikûmeta Tirkiyeyê ra bibe bingeh."