Alîkarê Serokwezîr Cevdet Yilmaz got ku di kabîneya nû de HDPyî û MHPyî jî hene û wiha got: "Kabîneya me hemû rengên Tirkiyeyê di xwe de dihebîne û ev jî nîşan dide ku meneya pevçûn û dijhevbûnê nemaye."
Alîkarê Serokwezîr Cevdet Yilmaz li Diyarbekirê di otelekê de beşdarî civîna Meclisa Şewîrmendiyê ya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partiyê bû û Cejna Serkeftinê 30yê Tebaxê pîroz kir.
Yilmaz got ku ev serkeftîn û dewlet ya hemû welatiyan e û wiha axivî: "Dewleta tirk, kurd, laz, çerkez, elewî, sunî welat û dewleta me hemûyan e. Rehma Xwedê hemû şehîdên me be û ez sersaxiyê didim gelê me. Înşallah bêyî ku em xebera şehîdan hildin, ez hêvî dikim ku em di nav aramî, yekîtî û bihevrabûnê ve welatê xwe ava bikin."
Yilmaz got ku çend caran êrîş li avahiyê Serokatiya bajêr a AK Partiyê ya li Diyarbekirê hatiye kirin û wiha axivî: "Zêhniyeta ku êrîşî AK Partiyê dike, ya rast êrîşî demokrasiyê, nêrîna sivîl dike. Naxwaze cudabûn çêbibe, Dixwaze kurd heman rengî bin û ev jî nêrîneke faşîst e, xêra wê ji tu kesî re tune."
- "Li her derê çek kom kirine"
Alîkarê Serokwezîr Yilmaz got ku li gor pêvajoya çareseriyê di destê kesên li serê çiya ne de divê çek nema, lê berevajî vê bi hezaran kes birin çiya û wiha dewam kir: "Ka hûnê ji çiya peya bûbûna? Hûn çima zarokan û ciwanan dibin çiya? Pêvajoya çareseriyê îstismar kirin, gotinên wan û kirinên wan li hev nekir. Em niha dibînin ku li her derê çek kom kirine. Bi tenê li Diyarbekirê çekên ku hatine bidestxistin wek baregehekê ye. Divê em li hember vê bisekinin û em ê tu caran dev ji demokrasiyê bernedin."
Yilmaz bangî parlementerên HDPyê kir û got ku bila ew werin li Diyarbekirê û bibînin ku bendava Sîlvanê ji bo cotkaran û welatiyan çiqas baş e û divê ev veberhênanên li herêmê bên parastin.
Yilmaz got ku rêvebirên HDPyê li herêmê dixwazin kesên ku dibêjin "em AK Partiyî ne" lînç bikin û hevkariya HDP û CHPyê rexne kir.
Yilmaz wiha axivî: "Ev eşqa CHPyê ji ku tê û çima evqas hez dikin? Divê welatiyên me yên herêmê vê bipirsin. Derdê kesên ku rayên xwe didin HDPyê cuda ye, derdê rêvebiriya HDPyê jî cuda ye. Divê em kesên ku rayên xwe dane HDPyê hembez bikin, bi wan re biaxivin û wan tenê nehêlin."
Yilmaz got ku di kabîneya me ya nû de her cure parlementer hene û wiha axivî:
"Yekem car parlementereke me ya sergirtî kete kabîneyê. Xwedê ji Serokomar û Serokwezîrê me razî be. Ev bi tena serê xwe bes e. Di kabîneyê de HDP û MHPyî jî hene. Hemû cure, rengên Tirkiyeyê di kabîneyê de hene û ev jî nîşan dide ku AK Partiyê rewş aniye ku. Meneya pevçûn û dijîhevbûnê nema. Tirkiyeya nû tê."
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker jî got ku bi pêvajoya çareseriyê ve kesên ku şer dixwazin jehrî kir û wiha axivî: "HDP gefxwarin û zimanê mexdurbûnê bi kar tîne û wisa ji welatiyan rayê distîne û aştiyê naxwaze. Dafikan datînin û polêsan şehîd dikin, ji esnaf û bazirganan xeracê distînin. Heke mesele xweserbûn, demokrasî û maf bin, cihê vê meclis e. Bi mayin, bombe, kuştina leşker û polêsan ve hûn nikarin bi ser bikevin."