Ferizat Kaya
21 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
BEXDA
Koma herî mezin ya Meclisa Iraqê Koalîsyona Neteweyî ya Şiî ragihand ku qebûl nakin Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li Kerkûkê referandumê bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koalîsyonê da wiha hat gotin: "Ji ber ku Kerkûk hê ji DEAŞê tê paqijkirin û ji bo hemû rageşiyan ne musaît e, divê ji dubendiyên siyasî dûr be. Kerkûk tenê wê demê wekî bajarê biratî û hezkirinê bimîne."
Her wiha di daxuniyê da hat gotin ku ji ber ku li Kerkûkê gelek nijad hene wekî, "Iraqa biçûk" e.
Koalîsyonê got ku dubendiya di navbera Bexda û Hewlêrê de divê bi rêyên dialogê bê çareserkirin.