Sevim Hatun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
ANKARA
Lijneya Dadger û Dozgeran (LDD), cara ewil bi serokatiya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag civiya.
LDDyê bi 7 endamên ku ji aliyê TBMMyê ve cara ewil hatin hilbijartin tevî 4 endamên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hilbijart bi serokatiya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û Misteşarê Wezareta Dadê Kenan Îpek dest bi xebatê kir.
Civîna ewil a Lijneya Giştî ku bi serokatiya Serokê LDD û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag civiya piştî wênegirtina rojnamegeran ji çapemeniyê re girtî dewam kir.
- Endam ji aliyê TBMM û Serokomar Erdogan ve hatin hilbijartin
Sekreterê Giştî yê Dadgeha Temyîzê Yaşar Şîmşek, Endamên Dadgeha Temyîzê Mehmet Ademoglu, Alp Arslan, Endamê Şûraya Dewletê Cafer Ergen, Hîndekarê Zanîngeha Yildirim Beyazitê yê Beşa Fakulteya Hiqûqê Doç. Dr. Ali Cengiz Koseoglu, parêzerê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî Hamît Kocabey, Parêzer Songul Yazar ji aliyê TBMMyê ve; Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Huseyin Şahin, Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Akîf Ekîncî û endamên berê yên lijneyê Mehmet Yilmaz, Halil Koç ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatibûn hilbijartin.