17 Sibat 2017•Rojanekirin: 17 Sibat 2017
KOLN
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva yê ji bo Civîna Wezîrên Karên Derva ya G20ê li Almanyayê ye, beşdarî merasima bi destê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayê hat çêkirin bû û der barê rojevê da xeberda.
Çavuşoglu bal kişand ser serdana Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ya demek berê hat Enqereyê û wiha got: "Me der barê endamên PKKya rêxistina terorê û Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên li Almanyayê da qala hêviyên Tirkiyeyê kir. Heqê me ye em gavên berbiçav bibînin. Em di mijarên terorê da nikarin sist tevbigerin. Me îro jî ji dostên xwe ra got, 'hûn ji rêxistinên terorê ra bibêjin marê bi min venede bira bijî', ew mar wê we jî vede. Li hember terorê tolerans tuneye."
Mevlut Çavuşoglu diyar kir bi fîtkirin û sorkirina FETOyê alîgirên PKKyê li derveyî welêt êrîşî tirkan dikin û wiha got: "Metirsin û serî daneynin. Ev terorîst in, li derva be jî ferq nake. Em ê hesab bipirsin. Em li Tirkiyeyê jî dikevin şikeftên wan. Ji bajaran hatin paqijkirin û niha jî ji çol û devî tên paqijkirin. Ji bo xebatên wan ên li derveyî welêt asteng bikin jî em dixebitin."