BEXDA
Li Iraqê kabîneya Heyder el-Îbadî ji parlementoyê dengê pêbaweriyê hilda. Bi vî awayî li Iraqê hikûmeteke ku kurd, şiî û suniyan di xwe de dihewîne hat avakirin.
Di rûniştina ku 280 parlementer amade bûn de, 177 dengên erênî hatin bikaranîn û bernameya hikûmetê hat qebûlkirin.
Serokwezîrê berê û serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Nûrî el-Malikî, Serokê Koalîsyona Mûttahîdûn Ûsame Nûceyfî û Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Iraqê (Wataniyye) Iyad Ellawî bûn Arîkarê Serokomar.
Siyasetmedarê sunî Salih Mûtlaq, Beha Arecî û Wezîrê Karên Derve yê berê Hoşyar Zebarî bûn Arîkarên Serokwezîr.
Di qabîneya nû de piştî nîqaşên dûr û dirêj 17 wezîrtî dan şiiyan, 7 wezîrtî dan suniyan, 4 wezîrtî dan kurdan û ji bo kêmneteweyan jî qoltixek hat veqetandin. Her wiha wezîrtiyên krîtîk ên wekî wezaretên neftê, karên derve û karên navxweyî dan şiiyan.
Kabîneya nû ya Iraqê de wezîrên nû ev in:
Wezîrê Karên Navxweyî Hadî el-Amerî, Wezareta Neftê Adil Ebdul Mehdî, Wezareta Karên Derve Îbrahîm Caferî, Wezareta Perwerdeya Bilind Huseyîn Şehristanî, Wezareta Tenduristiyê Adile Hamûd, Wezareta Gihandinê Bakir Cebîr Zubeydî, Wezareta Edaletê Heyder Zamilî, Wezareta Cêyranê Qasim Fehdawî, Wezareta Çavkaniyên Avê Cewad Şûheylî, Wezareta Ciwanî û Werzîşê Abid Huseyîn Abtan, Wezareta Parastinê Xalid Ûbeydî, Wezareta Perwerdeyê Mihemed Îkbal, Wezareta Plankirinê Selman Cûmeylî, Wezareta Pîşesaziyê Nesîr Îsawî, Wezareta Hawirdorê Qûteybe Cûbûrî, Wezareta Zîreatê Felah Zeydan, Wezareta Bajarvaniyê Tariq Haykanî, Wezareta Darayiyê Roj Nûrî Şawez, Wezareta Çandê Feryad Rewandizî, Wezareta Bazirganiyê Mîlas Ebdûlkerîm Kesnezanî, Wezareta Têkiliyên bi Gel re Felah Sûdanî, Wezareta ji Wîlayetan Berpirsyar Ehmed Cûbûrî, Wezareta ji Şaredariyan Berpirsyar Ebdûlkerîm Yûnûs.
Hat diyarkirin ku hê jî li ser hin wezaretan de li hev nekirin. Di van wezaretan de dê wekîl bên peywirdarkirin. Tê gotin ku dê rojên beriya me de van wezaretan bidin kurdan û kêmneteweyan.
Li Iraqê hilbijartinên giştî di 30yê nîsanê de hatibûn kirin û ji ber ku Serokwezîrê Berê Nûrî el-Malikî nekarî hikûmetê ava bike û şîdeta ku komên çekdar ên di bin serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) belavî welêt kiribûn, avakirina hikûmetê hatibû paş de avêtin. Li ser banga raya giştî ya cîhanê û mezinên dînî yên şiî Malikî dev ji serokwezîrtiyê berda bû û Serokomar Fûad Mehsûm peywira hikûmetavakirinê dabû Heyder el-Îbadî.
-Kurd bi şert û mercan beşdarî kabîneyê bûn
Di parlementoya Iraqê de 62 parlementerên kurd hene. Kurd bi şert û merc beşdarî hikûmeta nû bûn. Kurdan dan zanîn ku heke di sê mehên ewil de daxwazên wan bi cî neynin dê ji kabîneyê paş de vekişin.