25 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê qedexeya derketina derva ya ku ji 14ê adara 2016an va berdewam e, seat ji 14.00ê şûn da, ji bilî 6 taxan hat rakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê bi mebesta parastina can û malên welatiyan û tesîskirina aramî û hizûra ku ji ber bûyerên terorê têk çûbû, li gorî qanûna Îdareya Wîlayetê ya bi hejmara 5442an di 14ê adara 2016an ji seat 00.00ê şûnda, qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.
Di daxuyaniyê da ji bo hessasiyeta wan di dema qedexeya derketina dervayê da, spasiya welatiyan hat kirin.
Herwiha hat gotin "Qedexeya derketina derva ya li taxên, Yeni Turan, Yeşil Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Girnavas, Devrim, Selahaddin Eyyubi, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê di 25ê temûza 2016an da ji seat14.00ê şûnda hat rakirin. Lê belê li van taxan heta 30 rojan seat ji 21.00ê heta 05.00ê sibê wê qedexeya derketina derva berdewam be."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin jî ku wê qedexeya derketinê li taxên Abdulkadir Paşa, Firat, Dicle, Yenişehir, Zeynel Abidin û Kişlayê heta fermaneke duyem wê bidome û wiha hat gotin, "Rîcaen tê ragihandin ku welatî ji bo ewlehiya canê xwe, nekevin wan taxan."
Di daxuyaniyê da ji welatiyan hat xwestin jî, ewên ku xanî û kargehên wan di dema êrîşên terorîstan da zirar dîtibin, bila serlêdana Qaymeqamiya Nisêbînê, qaymeqamiya navçeya ku lê îqametê dikin yan jî Walîtiya Mêrdînê bikin.