Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû jî beşdarî konferansê dibe. Di konferansa "Li Iraqê Aştî û Ewlehî" dê li ser mijara plana têkoşîna cîhanî ya li berî DÎŞIyê bisekinin.
Herwiha di konferansê de dê li ser mijararên wek qutkirina çavkaniyên DÎŞIyê, ewlehiya sînor, alîkariya însanî ya dê bidin penaberên ji ber êrîşên DÎŞIyê malên xwe terk kirin, rawestin.
Malovaniya konferansê Fransa dike û nûnerên DYA, Almanya, Yekîtiya Mîrektiyên Ereban (YME), Danîmarka, Tirkiye, Hollanda, Iraq, Îngilistan, Îspanya, Japonya, Qanada, Qatar, Kûveyt, Libnan, Misr, Norveç, Federasyona Rûsyayê, Erebistana Siûdî, Oman, Bahreyn, Urdun, Yekîtiya Ereban, YE û NYyê beşdarî konferansê dibin.
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande roja înê çûbû serdana Iraqê û di axaftina xwe ya li vir de wiha gotibû: "Armanca konferansê pêkanîna ewlehiya Iraqê, kordînekirina alîkariyê ya welatên li dijî DÎŞIyê têdikoşin dê bidin Iraqê ye."
Serokê DYAyê Barack Obama diyar kiribû ku welatên di planê çalakiyê yê li dijî DÎŞIyê tê amadekirin de cih bigrin, dê di operasyonên leşkerî de jî cih bigrin.