Türkan Tosun
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
ANKARA
Dadgeha Hiqûqa Asliye ya 3yemîn a Enqereyê biryar da ku lijneya giştî ya derasayî ya MHPyê ya ku di 19ê hezîrana 2016an de çêbûbû bê betalkirin û hemû biryarên ku di vê lijneyê de hatine dayîn jî wekî nehatine dayîn bên hesibandin.
Endamê Lijneya Rêvebirina Navend û delegeyê lijneya bilind a MHPyê Cemal Engînyurt ji bo ku lijneya giştî ya derasayî ya MHPyê bê betalkirin doz vekiribû ku di dozê de biryar hat dayîn.
Parêzerê Engînyurt, parêzerên hin delegeyan ên lijneya bilind û Yucel Bulutê parêzerê Navenda Giştî ya MHPyê beşdarî rûniştinê bûn.
Îbrahîm Ethem Yîgîtê parêzerê Engînyurt daxwaz kir ku lijneya giştî ya derasayî bê betalkirin.
- Biryar
Hakim Fatîh Akarsu piştî guhdarkirina parêzeran biryar da ku lijneya giştî ya derasayî ya MHPyê ya ku di 19ê hezîrana 2016an de çêbûbû bê betalkirin û hemû biryarên ku di vê lijneyê de hatine dayîn jî wekî nehatine dayîn bên hesibandin.
Parêzerên hin mudaxîlan Ferîdun Bahşî piştî biryarê daxuyanî da û got li Tirkiyeyê edalet nemaye, vê her kes dizane lê dîsa jî ewê di bin ronahiya mûmê de be jî hewl bidin edaletê bigerin.