BERLÎN
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Almanyayê di bernameya Yekîtiya Demokratên Tirk yên Ewropayê de axivî û wiha got:
"Tirkiye di ewlehiyê de ye û di destê kesên ewledar de ye. Tirkiye bi aramî mezin dibe, pêşve diçe û di nav aramiyê de dijî. Hêviyên Tirkiyeyê zêde dibe. Tirkiye barîkatan hildiweşîne, zincîran dişkêne diavêje û bi biryardarî ber bi 2023yan diçe."
Erdogan diyar kir ku îro Tirkiyeke cuda heye. Ev Tirkiye ne wek Tirkiyeya dema bav û kalên we ye. Îro Tirkiyeke bixwebawer heye. Tirkiyeke bi aboriya xwe ve mezin, bi demokrasiya xwe mînak heye.
Erdogan qala aboriya Tirkiyeyê jî kir û wiha got: "Beriya ku ez werim vir reqamên îxracata meha çileya paşîn eşkere bû. Ez gazî kesên li bendê bûn û şadibûn ku îxracat bikeve dikim. Tirkiye bi îxracateke rekor derbasî sala 2014an dibe. Ev rekor tu salan wiha nebûye. Hûn bidin xatirê Xwedê ez dipirsim li welatekî ku gendelî hebe, hûn ê çawa di 10 salan de hatiniya bi 230 milyar dolarî derbixin ser 800 milyar dolarî?
Erdogan derbarê helwestên xwe û AK Partiyê de jî got ku hûn qet meraqan nekin, ez her dem dibêjim; em ê bejna xwe netewînin. Em tenê di rukûyê de bejna xwe ditewînin, li ber mirovan na.
Serokwezîr Erdogan ji bo gavên ku derheqê demokratîkbûyînê de jî wiha got:
"Me di qada demokratîkbûnê de gavên dîrokî avêtin. Me têkoşîneke dijwar da û wesayet rakir. Me dawî li çeteyan, mafiyayan, cuntayan û rêxistinan anî. Salekê zêdetir e ku li Tirkiyeyê kesek ji terorê nemir, agir bi mala kesekî, dilê dayika kesekî neket. Biratiya me û yekîtiya pêşve çû û xurttir bû."