29 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2016
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbalê ku mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) ye der heqê qadroya xebatkarên taşeronê de got: "Verastkirina qanûnî ya der heqê vê mijarê de em ê beriya 21ê Adarê sewqî meclisê bikin."
Sernavên ku ji axaftina Agbal derketin pêş ev in:"
Li herêmê ji ber bûyerên terorî yên ku qewimîn û ji ber wan jî zirara ku gihîşt welatiyên me, me telafî kir û em ê telafî jî bikin. Ji dema borî heta niha xisara bi qasî 4-5 milyar lîreyî me telafî kir. Em ê îro jî hemû wê zirarê telafî bikin.
Di Komisyona Budçe û Planê ya Meclisê da tu qîmeta nirxandinên HDPyê tunene. Di sala 2002yan da ji budçeya dewletê ji bo alîkariyên civakî nêzî milyar û nîvek hat dayîn. Niha jî ev 43 milyar lire ye.
Hêz û qeweta me heye ku em pêwistiyên hêzên ewlehiyê û leşkerên ku li herêmê operasyonan dikin bi cî bînin. Li derekê heger mijar ewlehî be gotina çavkaniyê nayê kirin."