ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan daxuyand ku di hevdîtina bi HDPyê re mijarên wek xweserî, efûya giştî û pêşenivîsara Îmraliyê tu carê nehatine axaftin.
Akdogan li ser Twîtterê daxuyand ku di hevdîtina bi HDPyê re mijarên rewşa giştî ya pêvajoyê hatiye nirxandin û wiha got:
"Mijarên wek xweserî, efûya giştî û pêşenivîsara Îmraliyê tu carê nehatine axaftin. Di pêvajoyê de her çiqas nêrîn, teklîf û fikrên cuda hebin jî, tişta girîng ew e ku di pêvajoyê de bingeheke sereke û hevkirinek heye. AK Partî wê qebûlkirin, daxwaz, bawerî û piştgiriya civakê ji xwe re bike rêber û wê bi vê ferasetê ve pêvajoyê heta dawîyê bibe."