13 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2015
Serokomar Erdogan: "(Êrîşa terorê ya li Enqerê) Li Welatê me serdema faîlî meçhûlan bi dehan salan berê derbas bû. Wekî bûyerên din derbarê vê bûyerê de bi baldarî lêkolîn tên kirin û ew ê lêkolîn dewam bikin. Ew ê kesên ku bûyer li dar xist û yên têkildar bên tespîtkirin. Ew ê wan radestî edaletê bikin. Hikûmeta me xebatan didomîne. Min Lijneya Kontrolkirinê ya Dewletê wezîfedar kir û ji bo lêkolîneke biberfireh telîmat da wê."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan digel Serokomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîstöyê ji bo hevdîtinên fermî bike hat Tirkiyê, li Kulliya Serokomariyê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
-Ev êrîş dijî Tirkiyê hat kirin
Serokomar Erdogan got: "Ez cardin êrîşên terorî yên dijî yekîtî, hizûr, îstîqrar û hedefên Tirkiyê bi tundî şermezar dikim. Ez dixwazim ku hemû dinya û welatiên me bi vê rastiyê zanibin: Ev êrîş dijî Tirkiyê hat kirin. Hedefa vê êrîşê digel welatiyên me yên li wê qadê hemû welatî û welatê me bû."
Erdogan wiha axivî: "Em terorê terîfkirina li gor xwe ya wê, navê ku bikartîne, gotinên wê, rê û rêbazên ku serî lê dide tesnîf nakin. Em terorê tenê bi vê sifetê terîf dikin. Ez bi eşkereyî dibêjim, kesên ku wiha nêzikî meseleyê dibin, li dijî terorê standardeke dualî bikartînin piştgiriyê didin terorê."
-Em cudahiyê naxin nava kujer û rêxistinên terorê
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew cudahiyê naxin nava mirin û kuştinan û wiha xeberda: "Em çawa ku cudahiyê naxin nava mirinan em wisa cudahiyê naxin nava kujer û rêxistinên terorê jî. Hemû rêxistinên terorê ji bo me hov, ji bo me bê ehlaq, ji bo me kirêt in. Em dizanin ku wekî hemû bûyerên terorî yên ku qewimîn, bûyera terorî ya li Gara Enqerê jî ji bo me ezmûneke, ceribandineke bû. Ez bawer im ku em ê bi allîkariya Xweda, bi rêya xebatên hêzên me yên ewlehiyê û dîrayeta gelê xwe di vê ezmûnê di vê ceribandinê de jî bi ser bikevin."
Serokomar Erdogan debarê êrîşa terorî ya li Enqerê de got "Min Lijneya Kontrolkirinê ya Dewletê wezîfedar kir û ji bo lêkolîneke biberfireh telîmat da wê" û wiha dewam kir: "Li Welatê me serdema faîlî meçhûlan bi dehan salan berê derbas bû. Wekî bûyerên din derbarê vê bûyerê de bi baldarî lêkolîn tên kirin û ew ê lêkolîn dewam bikin. Ew ê kesên ku bûyer li dar xist û yên têkildar bên tespîtkirin. Ew ê wan radestî edaletê bikin. Hikûmeta me xebatan didomîne."