Önder Beyter
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
ANKARA
Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahir Unal wiha got, "Bi taybetî Ajansa Anadoluyê dixin hedef û wê tehdîd dikin ev tu carê nayê qebûlkirin."
Unal li pêşiya Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamegeran û bersiv da pirsan.
Unal ragihand ku îro 9 milyon û 354 hezar û 840 dengdêr çûn ser sandoqan û bi beşdariyeke ji sedî 87an va di 188 hezar û 80 sandoqan da dengê xwe emilandin.
Berdevkê AK Partiyê Unal der heqê ewlehiya rayan da wiha bal kişand, "Ne tenê ewlehiya rayên me ewlehiya rayên partiyên din jî namûsa me ye. Tirkiye dewletekî hiqûqê ye û jêpirsîna saziyên Tirkiyeyê, şaîbe û bêîtibarkirina ku ji ser van bê kirin berî her tiştê mijarên wisa ne ku zirarê dide yekîtî û bihevrebûna me."
Berdevk Unal diyar kir ku hemû dengên emilandî di bin pêbaweriya hikûmeta AK Partiyê da ye û wiha got, "Hikûmeta AK Partiyê bi berpirsiyariya desthelatê va tevdigere û hemû dengên emilandî di bin pêbaweriya hikûmeta AK Partiyê da ye."
"Encam, rengvedana vîna gel e"
Unal wiha dewam kir, "Encam, rengvedana vîna gel e, hemû partiyên siyasî jî divê der heqê van encaman da pir birêz bin."
Unal diyar kir ku tehrîka dijî saziyên dewletê rêbazeke ne li cih e û wiha got, "Tehrîka li dijî saziyên dewletê yên wekî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind û Ajansa Anadoluyê tu carê nayê qebûlkirin. Sibê heger li dijî Lijneya Hilbijartinê, li dijî AAyê êrîşek pêk were, gelo ev siyasetmedar dê berpirsiyariya vê yekê hildin ser stûyê xwe? Gotinên wekî 'Ez ê biçime ber LBHyê, ez ê biçime ber AAyê, ez van daneyan qebûl nakim' baş nînin."