Namzedên partiyên din bertek nîşan dan ku beriya hilbijartina giştî ya parlementeriyê îdiaya ku rêxistina terorê PKK li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bo ku piştgiriyê bidin HDPyê zordestiyê dike.
Namzedê Diyarbekirê yê AK Partiyê yê parlementeriyê Alaattin Parlak di daxuyaniya xwe de ji peyamnerê AAyê re got ku ew bi awayekî aktîf li gund, bajarok û navçeyan xebatên xwe didomînin.
Parlak diyar kir ku li herêmê hilbijêr di bin zordestiyeke pir ciddî de ne û wiha axivî: "Dema ku em guhê xwe didin hilbijêran, em dibînin ku di nava tirseke mezin de ne. Wan tehdît dikin, 'Heke ji gund evqas ray derneke', 'Heke ku ji partiyeke din re ray biçin, hûnê ji encamên wê re razî bin', dibêjin."
Parlak got ku ew dixwazin ku mirov bi îradeya xwe ya hur va biçin ser sandoqê û raya xwe bidin û wiha pê de çû: "Di vê çarçoveyê de em hemû zordestiyên li ser welatî û hilbijêran red dikin. Zordestiyeke wiha di kevneşopiya demokrasiyê de tuneye."
- Ji bo HDPyê berteka "vegotina li gorî herêmê"
Namzedê serbixwe yê parlementeriyê yê Diyarbekirê yê ku Partiya Doza Hur piştgiriyê didê Zekeriya Yapicioglu jî diyar kir ku ew di çarçoveya xebatên hilbijartinê de diçin gundan û li vir welatî ji ber gefên HDPyiyan gazincdar in û dibêjin ku, 'Hûnê raya xwe nedin partiyên din'.
Yapicioglu destnîşan kir ku ev cure zordestî mezintirîn heqaret e ku li hilbijêr tê kirin û wiha domand:
"Tiştekî wisa tuneye heke ku bendê derbas bikin dê her der bibe cennet û heke derbas nekin jî dê bibe cehennem. Heta em dikarin bêjin ku berevajiya vê guncav e. Pratîkên wan ên berê li ber çavan in, cihên ku pir ray standine, li wir jiyan kirine kambax. Em dixwazin ku welatî bêhnfireh bin û dema ku çûn ser sindoqê bira bi îradeya xwe ya hur va raya xwe bavêjin."