WIYANA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ji bo beşdarî "Çalakiya Sala 50yemîn Li Awistiryayê" ya ku bi destê Serokatiya Civakên Eqreba û Tirkên Derveyî Welêt hat lidarxistin bibe, hat Wiyanayê. Kurtulmuş li vir çû serdana Serokê Cimaeta Îslamê ya Awistiryayê Fuat Sanaç. Kurtulmuş piştî serdana xwe ya li Balyozxaneya Wiyanayê beşdarî bernameya vekirinê ya "Projeya Lêkolînên Huner û Zanistên Civakî ya Akademiya Medeniyetê" ya li komeleya xwendekaran a WONDERê bû.
Kurtulmuş li vir axivî û destnîşan kir ku dinya di qeyraneke siyasî û heyameke aloz de derbas dibe û wiha got: "Ev alozî û qeyran tenê li vê herêm û erdnîgariyê nîne, tenê li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Îslamê naqewimin. Ev qeyran û aloziyeke kurewî ye. Ya rast ev alozî û qeyrana medeniyetê ye. Divê êdî rewş biguhere. Pêwîstiya me bi nêrîn û hişmendiyeke nû heye."
- "Bi potînên xwe yên qirêj ketin Mescida Eqsayê"
Kurtulmuş di axaftina xwe de wiha got: "Ev 47 sal e leşkerên Îsraîlê cara ewil bi potînên xwe yên qirêj ketin Mescida Eqsayê. Ne tenê potînên wan, rih û hişmendiya wan jî qirêj e. Hemû dinya temaşe dike û hûnê bibînin wê tu tiştekî nekin. Ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî çi biryar derkeve jî wê pêk neyê. Lewra pergal û hêz û hegemonya dimeşe."
Kurtulmuş diyar kir ku rêxistinên wek DÎŞIyê bi dîmenên ku diweşînin Îslamê qirêj dikin û wiha got: "Dijmin û lobiyên dijî Îslamê ji ber van dîmenan êrîşî Îslam û alema Îslamê dikin, qirêj dikin. Her du jî niheqiyê li Îslamê dikin."