Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama plana Amerîkayê ya ku di 4 merheleyan da dê qira DÎŞIyê bîne eşkere kir û wiha got: "Ez eşkere dikim ku DYA ji bo gefên vê rêxistina terorî ji holê rabike dê pêşengiya koalîsyoneke berfireh bike. Armanca me diyar e bi têkoşîn û stratejiyeke li dijî terorê bidome em ê wan bê hêz bikin û qira wan bînin."
Obama der heqê têkoşîna li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya ku dê bê sepandin bangî gel kir.
Tu eleqeya DÎŞIyê bi Îslamê re tuneye
DÎŞI xwe wek "Dewleta Îslamê" nîşan dide û Obama bal kişand ser vê yekê û wiha axivî: "Tu eleqeya DÎŞIyê bi Îslamê re tuneye. Tu dîn û bawerî kuştina merivên mesûm qebûl nake. Piraniya kesên ku bi destê DÎŞIyê ve tên kuştin misilmanin. DÎŞI teqez dewlet nîne û rêxistina terorê ye, ev eşkereye. Ji bilî qirkirina kesên ku derdikevin pêşberî wan tu tiştekî din nake.
Di stratejiyê de gava ewil a li dijî DÎŞIyê êrîşên hewayî ne
Obama destnîşan kir ku di stratejiyê de gava ewil a li dijî DÎŞIyê êrîşên hewayî ne û wiha dewam kir: "Ji ber vê dema ku hêzên Iraqê hicûm kirin em ê jî êrîşî kozikên DÎŞIyê bikin. Ez dixwazim vê yekê bi awayekî zelal ji we re bibêjim, terorên ku li ser welatê me gef dixwin li kê derê dibin bila bibin em ê wan biqefêlin. Ev jî tê wê wateyê ku him li Sûriyeyê û him jî li Iraqê ji bo têkoşîna li dijî van teroran em teredut nakin. Di bin serokatiya min de prensîba ewil ev e, heke ku hûn li ser Amerîkayê gef bixwin cihekî ewleyê ku hûn xwe bispêrin tuneye.
Di gava duyemîn de ji hêzên li dijî terorê têdikoşin re dê alîkarî bê kirin
Serokê DYAyê diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin hêzên ku li dijî terorê têdikoşin û wiha domand: "Wek ku min berê jî gotibû hêzên Amerîkayê wê şervaniyê nekin û li Iraqê dê nekevin bin barê şerekî din."
Li gor xala sêyemîn dê rê li pêşiya aborî, îstîxbarata rêxistinê û beşdarbûna şervanan bê girtin.
Di banga xwe ya ji bo gel de Obama qala sepandinên ku di gava sêyemîn de dê bên kir û destnîşan kir ku wê rê li pêşiya aborî û îstîxbarata rêxistinê bigirin û nehêlin ku kesên nû tevlî rêxistina terorê bibin.
Gava herî dawîn alîkariyên mirovahiyê ne
Obama da zanîn ku di gava çaremîn û ya herî dawîn de jî dê alîkariyên mirovahî bikin û hemû gavên stratejiyê jî dê bi endamên koalîsyonê re bisepînin.