Kûbat Talabanî di panelê de axivî û got ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê de ji mêj ve xurt in. Talabanî got ku aliyên erênî û neyînî yên têkiliya ku ji mêj ve dewam dike hebin jî ji berê ve dewam dikin û wiha axivî: "Têkiliyeke ku carinan tevlihev dibe ye; lê di qadeke aştiyane de dewam dike. Helbet aliyên erênî û neyinî yên van têkiliyan jî hene."
Têkiliyên di salên 1990î de
Talabanî ji dîrokê mînak dan û wiha axivî: "Çend merhaleyên têkiliyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hene. Tê bîra min di salên 1990î de Celal Talabanî û Mesût Barzanî bi dizî diçûn Tirkiyeyê û bi birêz Ozal re hevdîtin dikirin. Têkilî zehf baş bûn lê bi nepenî dihatin birêvebirin. Her tişt ji çapemeniyê, ji teyamulên dîplomatîk dûr birêve dibirin. Protokola ku îro heye di wan çaxan de tune bû. Navê kurdistanê û peyva kurd qedexe bûn. Wê demê pêkan nebû ku em bernameyeke wiha li dar bixin, ji Trikiyeyê erkdar bên û em li ser têkiliyên di nav bera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê de biaxifin. Îro, lidarxistina bernameyeke bi vî şiklî nîşaneya pêşveçûneke berbiçav e. Him ji bo me him jî ji bo rêvebiriya Tirkiyeyê gaveke erênî ye."
"Me bi guman li hev du mêze dikir"
Talabanî got: "Di salên 1990î de me bi guman li hev du mêze dikir. Erkdarên Herêma Kurdistanê û yên Tirkiyeyê bi guman bûn." Talabanî wiha pê de çû:
"Têkiliyên wê serdemê yek alî bûn. Mijar tenê PKK bû. Ji hevalên me yên ku niha di nav me da ne Sefîn Dîzayî û Sadî Ahmet Pîre wê demê meseleyê ji nêz ve teqîb dikir. Ev hevalên me wê demê çiqas hewl bida jî, ji ber meseleya PKKyê mijar nedihat çareserkirin û dibû girêkek. Nêzî salên 2000î têkiliyên me di qada aboriyê de xurt bûn. Hejmara şirketên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê zêde bûn. Bi vî awayî têkiliyên me û yên Tirkiyeyê xurttir bûn. Lê belê dîsa jî ev têrê nedikir û têkiliyên siyasî û aborî pêş neketibûn. Aliyan li hev nedikir û pirsgirêk hebûn."
Qeyrana ku di sala 2008an de qewimî
Talabanî got ku qeyrana ku di sala 2008an de, di navbera Tirkiye û herêma Kurdistanê de qewimî di civîneke nepenî de hat çareserkirin û wiha dewam kir:
"Leşkerên Tirkiyeyê di sala 2008an de hatin herêma Kurdistanê û li vir li dijî PKKyê li Qendîlê operasyon dan destpêkirin. Rêvebirên herêma Kurdistanê û gel ji ber vê yekê ketin nav fikaran. Birêz Mesût Barzanî wê demê çû herêma şer. Em wek gelê kurd li benda encameke xetere bûn. Lê belê Birêz Celal Talabanî di adara 2008an de, li Bexdayê bi erkdarên herêma Kurdistan û Tirkiyeyê re civînek li dar xist. Bi saya wê civînê tansiyon ket, xetere ji holê rabû û ji bo têkiliyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de serdemeke nû dest pê kir."
Pêvajoya Çareseriyê
Talabanî bal kişand ser giringiya pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Tirkiye ji bo çareserikirina pirsgirêka kurd hewl dide. Bi taybetî di mijarên der barê kurdan de însîyatîfê digre ser xwe. Me jî wek herêma Kurdistanê îrade nîşan da û me got ku em ji bo alîkarî dayînê amade ne. Me ragihand Tirkiyeyê ku, em ji bo piştegirîdayîna pêvajoyê aştî û çareseriyê amade ne."
Berxwedana li dijî DÎŞIyê
Talabanî bibîr xist ku Trikiyeyê destûr da ku pêşmerge di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanêyê bibin û wiha got: "Lê belê divê ev jî bê zanîn ku bendewariya herêma Kurdistanê di mijara 'berxwedana li dijî DÎŞIyê' de ji Tirkiyeyê zêdetir bû. Tirkiye di vê mijarê de alîkariyeke qismî kir. Em hêvî dikin ku Tirkiye jî bibe parçeyeke koalisyona ku li dijî DÎŞIyê têdikoşe. Ji bo li herêmê îstîqrar pêk bê û aramî çêbe divê Tirkiye zêdetir însîyatîfê hilde ser milê xwe."
"Divê suniyan jî tevlî pêvajoya siyasî bikin"
Kûbat Talabanî got ku tevlîbûna suniyan a pêvajoyê girîng e û wiha pê de çû: "Ji bo sunî jî bigihejin armanca xwe divê piştgiriyê bidin pêvajoyê, ber li pêvajoyê negrin."
"Ji bo çareseriyê em piştgiriyê didin"
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizayî got ku ew ê wek hikûmet heta dawiyê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin çi ji destê me tê em ê her tim piştgiriyê bidin. Pêvajo ji bo ku pevçûn û mirin dawî bibin pir baş e û biryareke rast e."
Sefîn Dizayî di panela ya bi navê "Tirkiye, Kurd û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê" ya ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn (MERÎ) ve hat organîze kirin de axivî.
Dizayî got ku li Tirkiyeyê bi salên dûr û dirêj kurd hatin înkarkirin û piştî vê gihîştin îro.
Dizayî destnîşan kir ku tevgera li hember kurdan û qedexeya li ser zimanê kurdî di dema serokomariya Turgut Ozal de dest pê kir û guherî.
"Em gavên ku AK Partiyê avêtine pîroz dikin"
Dizayî got ku piştî mirina Ozal heta desthilatiya AK Partiyê di vê mijarê de tu gav nehatin avêtin û wiha axivî: "Hikûmetên AK Partiyê ji bo pirsgirêkên kurdan ên li Tirkiyeyê gavên mezin avêtin. Divê ev gav bên dîtin. Divê em spasiya AK Partiyê bikin û wan pîroz bikin. Vekirina TRT 6ê, serbestbûna zimanê kurdî û zêde azadî û hin reformên din girîng in."
Dizayî got ku di qada siyasî, aborî, leşkerî û vejenê de pêşveçûnên girîng hene û wiha axivî: "Herêma Kurdistanê li herêmê aktorê îstiqrarê bû. Di qada siyasî de lîstikvanekî çalak bû. Serokwezîrê wê demê birêz Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku pêwendiyên siyasî normal û xurttir bibin hate Hewlêrê. Pişt re li Hewlêrê konsolxane hat vekirin. Piştî wê pêvajoyê di asta serokwezîran û rayedarên dewletê de ziyaret zêde bûn. Ev diyalog wek pêwendiyên stratejîk hatin binavkirin."
Pêvajoya çareseriyê
Dizayî got ku Tirkiyeyê bi kurdên Iraqê re pêwendiyên baş pêk anî û ji bo ku pirsgirêka kurd a ku li welatê xwe jî çareser bike pêvajoyeke erênî da destpêkirin. Dizayî wiha axivî: "Di pêvajoya çareseriyê de hevdîtina rayedarên tirk û Abdullah Ocalan de bandora rêvebirên herêma Kurdistanê girîng e. Hê di pirsgirêkê de çareseriyeke mayînde pêk nehatiye, lê li Tirkiyeyê rewşeke ku hemû pirsgirêk tên axaftin çêbû. Bê şik ev jî pir girîng e. Lewra berê pevçûn, mirin û pirsgirêka ewlekariyê hebû."
Serşêwirmendê Serokwezîriyê Hatem Ete got ku, pêvajoya çareseriyê pêvajoya bêçekkirinê ye, ya rast ev pêvajo li ser soza Ocalan ku gotibû dê PKK çek deyne, hatibû destpêkirin.
Ete di rûniştina ewil a panalê de axivî û got: "Her du alî jî daxwaza statuyeke xweser nakin, ji ber vê yekê pêvajoya çareseriyê dibe pêvajoyeke stratejîk."
Ete got: "PKK îfade dike ku ji bo çekdanînê amade ye û çekdanînê jî bi talebeke wek statuyeke xweser ve jî girê nade."
Ete bibîrxist ku pêvajoya Osloyê ji ber ku PKKyê "di mijara xweseriyê de israr" kir û nexwest çek deyne, têk çû. Ete wiha pê de çû: "Ji ber ku PKKyê di mijara xweseriyê de israr kiribû û Tirkiyeyê jî bersiveke erênî nedabû pêvajoya Osloyê, pêvajo bi dawî bûbû. Vê carê kesên ku ew pêvajo tecrube kiribûn bi daxwaza xweseriyê dest pê nekirin."
Hîndekarê Zanîngeha Îstanbul Şehîrê (ZÎŞ) Prof. Dr. Mesût Yegen jî wek axaftvan beşdarî panelê bû û got ku di dîroka 90 salan a Komarê de cara ewil hikûmeteke berî çek danînê, ji bo çareseriya "pirsgirêka kurd" hewl da.
Yegen got ku Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê da destpêkirin lê bandora geşedanên li herêmê jî li ser Tirkiyeyê heye û wiha dewam kir: "PKKyê got, ez nikarim vê pirsgirêkê bi çek çareser bikim û dewlet jî serwext bû ku nikare 'PKKyê ji holê rake û piştgiriya ku didinê tune bike.' Lê belê bandora geşedanên li herêmê jî li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê heye."
Yegen got "PKKyê got ez amademe ku di nav sînorên Tirkiyeyê çek deynim" û ev geşedan jî ji bo pêvajoya çareseriyê girîng e.
Gelê Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê
Serşêwirmendê Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Etyen Mahçûpyan diyar kir ku Li Tirkiyeyê piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoya çareseryê ji sedî 70yan de ye.
Mahçûpyan di panêla bi navê "Tirkiye, Kurd û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê" ya ku Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn (MERÎ) li Hewlêrê li dar xist de di rûniştina bi navê "Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê: Duh, îro û sibê" de axivî û got ku pêvajoya çareseriyê ji ser pejirandina civakî diçe û wiha axivî: "Heke civakê qebûl nekirya di pêvajoya çareseriyê de nedigihiştin vê astê. Bi taybetî hikûmetên AK Partiyê di vê mijarê de gelekî hesas bûn. AK Partî partiyeke wisa ye ku divê li ser hev serkeftina hilbijartinê bi dest bixe. Ji ber vê yekê civak vê pêvajoyê çiqas qebûl dike an nake ev bûyereke gelekî krîtîk e. Heke bên asteke ku civak qebûl nake, jê bawer bin ku dê pêvajo hêdî hêdî raweste. Heke civak qebûl bike jî dê zû pêş bikeve."
Mahçûpyan diyar kir ku der barê piştgiriya ku didin pêvajoya çareseriyê de gelek xebatên sehayê hene û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Xebatên sehayê nîşan didin ku ji sedî 70yê civakê li hember pêvajoya çareseriyê gelekî hesas e. i ber vê yekê bi awayekî giştî gelê Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin dide pêvajoya çareseriyê. Di nav kurdan de ev piştgirî derdikeve heta ji sedî 90î. Mirov bi siyasetê re gelekî eledar in. Bi taybetî muhafazakar û kurdên li Tirkiyeyê gelekî polîtîze bûne. Ew kesên wisa hişmend in ku rojevê jî ji nêz ve dişopînin. Hikûmet jî di vê karê de gelekî hesas e."
Mahçûpyan got ku di pêvajoya çareseriyê de du tevgerên mezin ên ku xwe îspat kirine yên wekî AK Partî û tevgera siyasî ya kurdan hene û ev nirxandin kirin: "Yek ji van ev 30 sal in ku têkoşînê dide. Ya din 12 sal e hikûmet e. Tu tişt nemaye ku nehatiye serî lê dîsa jî di hikûmetê de ye. Ji sedî 50yê dengan distîne. Ji ber vê yekê dema qala du aktorên bi hêz tê kirin, têkiliyên van her du aktoran jî ew qas diyarker dibin ku hesta tu mudaxeleyên ji derve kêrî tiştekî nayên û bi mantiq nînin, dide"
Mahçûpyan destnîşan kir ku "Ev 30 sal in mirov dimirin. Bi rastî jî êdî dixwazin ku ev xilas bibe. Ji ber ku dixwazin ku biqede bi awayekî ew qas hêzdar dixwazin ku alî di kîjan mijaran de çiqas li hev kirine êdî zêde girîng nîne" û wiha axivî:
"Hema bila li hev bikin. Bi hestên billa li hev bikin hema çawa dibe bila bibe, lê dinêrin. Niha dema hestên ev qas xurt dibin yek tişteke wiha derdikeve holê: Li Tirkiyeyê mirovên ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê pasîfîze dibin. Ango kesên ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê niha di nav hesteke wisa de ne ku xwe didin aliyekî û dibêjin ku 'em bihêlin bila bikin' û şûna ku mudaxaleyê bikin, derkevin holê û biaxivin, aliyan rehet dihêlin, wan serbest dihêlin û hewceyiyeke psîkolojîk hîs dikin ku beriya wan vekin. Dibe ku di bingeha vê yekê de mezinahiya piştgiriya civaki hebe."
Etyen Mahçûpyan da zanîn ku li Tirkiyeyê aliyên ku li dijî pêvajoya çareseriyê derdikevin, ji ber piştgiriya mezin a ji bo pêvajoya çareseriyê nikarin vê yekê bînin ziman û şûna vê yekê de li ser tiştên din muxalefetê dikin.
Mahçûpyan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê dê bi awayekî eşkere kêrî aktoran bê û axaftina xwe wiha temam kir:
"Ev tê wê wateyê ku AK Partî dê di îqtidarê de bimîne û derbasî heyameke ku dê bingeha meşrûiyeta xwe qaîmtir bike, be, Ji ber vê yekê heke hûn naxwazin ku AK Partî ev qas xurt be, dikevin nav stratejiyeke ku li dijî pêvajoya çareseriyê ye. Heke bi pêvajoya çareseriyê li herêmê giraniya tevgera siyasî ya kurdan çêbe jî ji nav herêmê îtirazek ji bo vê yekê heye. Ji ber ku em tenê qala pêvajoya çareseriyê nakin, qala dengeya hêza siyasî ya piştî pêvajoya çareseriyê jî dikin. Ev mijar hem mijarê aloztir dike hem jî ji pêvajoya çareseriyê dûr dixe û em çiqas diçe ji ser aktoran nîqaşan dikin."
news_share_descriptionsubscription_contact
