Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Pêvajoya çareseriyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû herêmê giring e. Çi dibe bila bibe, kî bi çi sedemî û çawa dixwaze pêvajoyê sabote bike bila bike; lê bila bê zanîn ku pêvajo bi rêkûpêk dê berdewam bike. Lewra ev mesele ji bo me, ji bo yekîtiya gelê me û ji bo pêşeroja welatê me girîng e."
Davutoglu beşdarî Civîna Îstîşare û Nirxandinê ya 23yemîn a AK Partiyê bû û li vir axivî. Civîn li Gural Otêlê hat lidarxistin. Davutoglu got ku gelek edetên AK Partiyê yên xweş hene û ev civîn jî ji wan edetan yek e, salê du caran em di van civînan tên bal hev û rewşa xwe ya têdeyî dinirxînin "Gelo em gihiştin çi astê, em ber bi ku ve diçin?"
Davutoglu got pêvajoya çarseriyê çîroka herî girîng a serkeftinê ya herêma me ye û wiha pê de çû:
"Em ê firsendê nedin ew kesên ku dixwazin di nav pergala kamuyê û pêvajoya çareseriyê de dudilêyê çêkin. Ne mirov kare bi hinceta pêvajoya çareseriyê pergala kamuyê xirab bike ne jî mirov kare pergala kamuyê xirab bike û bi vî awayî ber li pêvajoya çareseriyê bigre. Me heta îro di vê mijarê de tavîz neda û em ê nedin jî."
Serokwezîr Davutoglu: "Tirkiyeyê di tu serdemekî de, hela hela di serdemên AK Partiyê de qet piştgirî nedaye komeke radîkal, komeke terorê û komeke tundiyê. Herwiha dê tu caran jî piştgirî nede komên wiha."
Davutoglu wiha dewam kir:
"Li gor me di navbera birayên me yên kurd ên ji Kobanê hatin, birayên me yên ereb ên ji Tal Abyadê hatin, birayên me yên tirkmen ên ji Bayir Bûcakê hatin di ser Yayladagî re derbasî Hatayê bûn de tu cudahî tune ye. Prensîba me ya sereke jî ev e. Hin partî dibêjin em li koma ji vê nîjadê xwedî derbikevin, bi yên din çi dibe bila bibe. Dibêjin heke ji vê koma etnîk be em alîkarî bidin ku ji vê koma nebe em alîkarî nedin û ji wan koman dûr bisekinin. Ya ku HDP dike jî heman tişte. Ji bo me ev cudaxwazî derî însanî ne. Li gor polîtîkaya me ya neteweyî û însanî divê em li van hemûyan xwedî derbikevin. Ji niha pêde jî em ê vê polîtîkaya xwe bişopînin."
Serokwezîr Davutoglu: "Tirkiyeyê di tu serdemekî de, hela hela di serdemên AK Partiyê de qet piştgirî nedaye komeke radîkal, komeke terorê û komeke tundiyê. Herwiha dê tu caran jî piştgirî nede komên wiha. Tirkiye çawa ku li hemberî van koman bertek nîşan da wisa li hemberî rejima Sûriyeyê ya ku çekên kîmyewî bikartîne, moşekên Scud dişîne û 300 hezar însanên bêsuc dikuje jî bertek nîşan da. Ji niha pêde jî dê li hemberî van bê deng nemîne. Em dê vê polîtîkaya xwe ya vekirî û şefaf bidomînin."