ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş piştî ku rojnamevan û nunerên saziyên civakî yên ji Hindistanê qebûl kir, daxuyanî da çapemeniyê û pirsên rojnamevanan yên derbarê rojevê de bersivand.
Kurtulmuş li ser pirsa heyeta çavdêriyê ya ji bo pêvajoya çareseriyê wiha axivî: "Îradeya ku em jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê û gavên ku heta niha hatin avêtin, di dema serokwezîrtiya Birêz Serokomarê me de dest pê kir. Serokomar Erdogan hemû rîskên siyasî da li ser sitûyê xwe û li hember hemû provokasyonan got ku 'Me ji bo vî karî destê xwe xiste bin kevir, me can û bedena xwe û serê xwe da vê rêyê.' Heta niha ji bo vê pêvajoyê gavên pir erênî hatin avêtin."
Kurtulmuş got ku îradeya çekdanînê jî dewam dike û wiha axivî: "Ji bo ku li Tirkiyeyê heyameke aştî û azadiyê dest pê bike, daxuyaniya Newrozê jî pir girîng e. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê temam bibe ji nav gel rêjeyeke mezin jî piştgiriyê dide. Gavên mezin hatin avêtin û ji bo ku di demeke kin de pêvajo temam bibe, her kes bendê ye û dixwaze ku pêvajo temam bibe."
Kurtulmuş destnîşan kir ku têkoşîna biçek 30 salan dewam kir, heta niha qasî 50 hezaran mirov mirin, qasî trîlyonek û nîv zirara aboriyê çêbû.
Kurtulmuş got ku tu kes naxwaze bizivire rojên berê û wiha dewam kir: "Dema pêvajoya çareseriyê serkeftî bibe, ne bi tenê Tirkiye, di heman demê de li welatên herêmê yên ku niha ji hêla siyasî ve îstîqrarek lê tune, di nav gelên herêmê û heta wisa ku di hemû dinyayê de jî aştiyê çêbibe û ev ê bibe mînak û hêviyeke pir girîng."
Der barê heyeta çavdêriyê de jî Kurtulmuş wiha axivî: "Pêvajo dewam dike û wê têk neçe. Lewra ev pêvajo bûye malê gel û tu caran jî wê neyê xilaskirin. Heyeta çavdêriyê wê çawa be, piştî vê wezîfeya wê yê çawa be, hemû agahî wê bi raya giştî ve bê parvekirin. Helbet her tim hewcedariya me bi tecrube, rêberî û pêşniyariyên birêz Serokomarê me heye."
Kurtulmuş got ku AK Partî ji hêla têkoşîna demokrasiyê ya 150 salî ve tevgereke herî girîng e û wiha axivî: "Serkeftina AK Partiyê ne bi tenê serkeftina gelê me ye. Lewra misilman û mezlumên çar aliyên dinyayê jî li Tirkiyeyê dinêhêrin. Di diayên xwe de ji bo serkeftinê navê vî welatî bi lêv dikin. Înşallah em ê bi piştgiriya hilbijartinên 7ê hezîranê ve jî vê demokratîkbûnê û van reforman temam bikin."