BOLU
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdagê der barê pêvajoya çareseriyê de got ku "Em dikarin bibêjin ku bi avêtina pêngavên dualî em ketin pêjayoyeke senkronîzetir, biahengtir û dînamîktir."
Yuksekdag beşdarî panêla bi navê "Li Rojhilata Navîn Pevçûn û li Tirkiyeyê Nîzama Kamûyê" ya ku Civata Pirtûkan a Zanîngeha Îzzet Baysal a Abantê li dar xist bû û piştî civîna çapemeniyê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Rojnamevanekî pirsa "Lijne dê bêtir biçe Îmraliyê. Ev divê ji aliyê pêvajoya çareseriyê ve divê çawa bê xwendin?" pirsî. Yuksekdagê li ser vê pirsê got ku ev ji aliyê pêvajoya çareseriyê nîşaneya wê yekê ye ku derbasî merhaleyeke dînamîktir bûne."
Yuksekdagê got ku çûn û hatinên zêde yên li Îmraliyê dê bandoreke erênî li ser pêvajoya çareseriyê bikin û wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku bi avêtina pêngavên dualî em ketin pêjayoyeke senkronîzetir, biahengtir û dînamîktir."
Yuksekdagê bal kişand ku der barê lezkirina pêvajoya çareseriyê de ji demek dirêj e ve hêviyên wan hebûn û axaftian xwe wiha berdewam kir: "Ez wisa bawer dikim ku ji bo pêkhatina vê hêviyê, geşedaneke ku mirov de hêviyê çêdike, çêbû. Encamên wê jixwe dê di demên diyar de bi navber bi raya giştî re bên parvekirin lê em dikarin bibêjin ku derbasî merhaleyeke leztir, dînamîktir û kûrtir bûn."
Yuksekdagê li pirsa rojnamevanan a wekî "Gelo em dikarin bibêjin ku di vê pêvajoyê de dê Ocalan bi awayekî aktîftir rol bilîze?" parast ku pêvajo ev ji du salan heta niha bi Abdûllah Ocalan re tê kirin, dema ku derbasî merhaleya muzakereyê bibin jî dê rola Ocalan bêtir diyarker bibe.
Yuksekdagê pirsa "Hûn îdiayên van rojên dawîn ên wekî 'dewlet di mijara serbestiya Ocalan de li hev kir' çawa dinirxînin?" wiha bersivand: "Ez nikarim der barê rastitiya van îdiayan de tiştek bibêjim. Ya ku me eleqedar dike ew e ku muzakare bi awayekî baş destpê bikin û bên tetbîqkirin. Di nav vê heyamê de divê tiştên girîng ên muzakereyan re eleqedar bibin."
-Xwepêşandanên bêdestûr ên ku bi hinceta DÎŞIyê hatin kirin
Yuksekdagê got ku her kesê bi awayekî berbiçav xwepêşandanên 6-7ê cotmehê yên ku bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê hatin kirin û tiştên ku wê çaxê qewimîn dît û wiha axivî:
"Li ser vê yekê hewl dan ku fatûreyê bixin sitûyê partiya me. Tablo û rewşa rastîn tu car û tu carî ev nebû. Heke hûn bi qasî du salan pirsgirêkekî bihêlin li benda xirabûnê, wê çaxê hûn xetereya rûbirûmayîna derketina hin komplîkasyon û hin bandorên wê jî didin ber çav. Halbûkî ne îqtidara siyasî ne jî em, em nikarin di pêvajoya çareseriyê de rîsk bigirin. Em êdî divê xwe hildin temînatê. Em hemû divê hewl bidin ku di seranserê pêvajoyê de di mijara bi awayekî dualî û di heman demê de avêtina pêngavan, lezdayîna pêvajoyê û bêtir li serê sekinînê de berpirsyariya ku dikeve li ser milê me du qat, sê qat zêdetir bi cî bînin."
Yuksedagê da zanîn ku daxuyaniyên dibêjin ku "Ocalan dê beşdarî kongreya PKKê bibe" hêviyek e û got ku normal e ku di mirovan de hêviyeke wiha hebe lê belê divê berê her tiştê li ser pêvajoya muzakereyê bisekinin.