18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
BRAUNSCHWEIG
Alîkarê Serokê Giştiyê AK Partiyê Mehdî Eker, piştî ku çalakiyên wî yên li Skasonyaya Jêrîn ya Almanyayê hatin qedexekirin û betalkirin, li bajarên Braunschweig ve Salzgitter serdana malan kir.
Eker îro ji Hannovara paytexta Saksonyaya Jêrîn derbasî bajarê Braunschweigê bû û bû mêhvanê karsaz Mustafa Oz û malbata El-Zeîna Mêrdînê.

Eker piştî mêhvandariyên malan, serdana Şaxa Rêxistina Nêrîna Millî ya Civaka Îslamî (IGMG) ya li Braunschweigê kir. û derbasî bajarê Salzgitterê bû û bû mêhvanê malbata Sulun.
Mehdî Eker anî ziman ku serdana wî ya ji bo Hannoverê Wezareta Karê Dervayî ya Trikiyeyê berî 15 rojan ji Wezareta Karê Dervayî Almanyayê ra ragihandibû û got, "Ew bi xwe li xwe mikur tên. Va em gihîştin hev. Bi îzna Xwedê kes nikare bibe rêgirê civîna me."
Mehdî Eker piştî vê derê wê derbasî Berlînê bibe û wê li wêderê jî bi welatiyan ra bicive.