ÎSTANBUL
Hat tespîtkirin ku Rêxistina Dewleta Parelel daneyên sîxuriyê yên ku di navbera 2010 û 2014an de bi rêyên dereqanûnî yên guhdarkirinê bi dest xistin, li kompîturên IPya wan li DYAyê bar kirine.
Li ser îdiayên bêrêtiyê ya "Rêxistina Terorê ya Artêşa Qudsê" ku raya giştî bi navê "Selam Tevhîdê" nas kir, der heqê Rêxistina Dewleta Parelel de lêpirsîn hat kirin û di encama lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku rêxistinê "sîxurî" kiriye.
Dozgeriyê di mehên borî de tesbît kiribû ku plana sekinandina tirên MÎTê ku di rêbendana 2014an de li Edene û Hatayê hatibûn sekinandin jî di çarçoveya vê dosyayê de hatiye kirin.
Dozgeriyê xwest ku di çarçoveya lêpirsîna "Rêxistina Terorê ya Artêşa Qudsê" de, der heqê guhdarkirinên ku li ser navnîşana "172.**.**.**.*" IPê, di navbera 2010 û 2014an de hatine kirin, bi kîjan kopîturê hatine kirin û ew yên kê ne bên tesbîtkirin.
Li ser vê daxawazê ewlehiyê der heqê pergala ku hatiye bikaranîn de lêkolîn da destpêkirin û di encamê de tesbît kir ku ev navûnîşana "Gastonîa / Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê" ye.
Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser vê tespîtê, lêkolînên der heqê lêpirsînê de berfirehtir kirin.