Ekip
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê plana Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî paytextê Îsraîlê de got: "Quds şerefa me ye, Quds doza me ya hevpar e. Duh Serokomarê me jî gotibû, Qudis ji bo me xeta sor e."
Kalin li Kulliyeya Serokomariyê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser mijara Qudsê nirxandin kirin.
Plana Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî paytextê Îsraîlê di rojeva Kalin de bû û wiha agahî da:
"Birêz Serokomar berteka me ya ewil da. Wî bi xwe beriya niha Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas di serî da ligel gelek serokên welatên ereban, serokên hikûmet û dewletên ji dinyaya îslamê xeberda. Ji serê sibeha îro pê va ligel serokê dewlet û hikûmetên Malezya, Tûnis, Îran, Qeter, Erebistana Siûdî, Pakistan, Endonezyayê ra li ser têlefonê xeberda û xeberdide."
Berdevkê Serokomariyê Kalin ji bo heman mijarê wiha nirxandin kir:
"Li hemberî van geşedanên ku ji bo statuya Qudsê û aştiya herêmê hesasiyetekê çêdikin, birêz Serokomarê me ji bo ku welatên îslamê nexşerêyeke hevpar diyar bikin, Teşkilata Hevkariya Îslamî vedixwîne civîna awarte. Hefteya pêşiya me 13ê mehê roja çarşemê Civîna Awarte ya Serokan a Teşkilata Hevkariya Îslamî wê li Stenbolê bi mazûvaniya birêz Serokomarê me bicive."
Kalin axaftina xwe wiha domand:
"Ji bilî mulahezeyên dîrokî, dînî û hiqûqî, divê statuya niha ya Qudsê were mihafizekirin û ji bo xeta, xeletî û xetaya mezin a wisa didin nîşan ku ew der milkê Îsrailê ye, divê gav bên avêtin û pêşî li van xetayan were girtin. Jixwe vê gavê li Rojhilata Navîn pakîtî aştî tuneye, bi vê xetaya mezin va pêvajoya ji bo aştiyê jî wê ji holê rabe. Em bangî rêvebiriya Amerîkayê dikin ku demildest ji vê xetayê vegere."
Daxuyaniyên berpirsên îsraîlî jî wiha şirove kir: "Birêz Serokomarê me wekî her mijarekê, di mijara Filistînê da jî çawa ku heya niha heqîqet anîne ziman, wê ji niha pê va jî van heqîqetan bîne ziman. Îsraîlî jî heger dixwazin bira ji vê yekê kefxweş bin an jî bira aciz bin, ev yek me eleqedar nake. Sedemê gotinên wan ên der heqê Serokomarê da jî ew e ku Serokomarê me van rastiyan tîne bîra wan."
Berdevkê Serokomariyê Kalin wiha dewam kir: "Rayedarên Îsraîlê ji ber ku Serokomarê me hin rastî anîn ziman niha heqaretê lê dikin. Bila şûna vê xeteyên xwe, polîtîkayên dagirkeriya xwe bibînin û dev ji dizîna axa filistîniyan berdin. Bila rêyeke qedandina piçûkdîtina filistîniyan bibînin ku her roj li ser axa wan tînin serê wan."
Kalin li ser arîkariya rêxistina terorî PKKê jî got "Bi saya temasên me yên bi meqamên Almanyayê re em hin nîşaneyan dibînin ku di meseleya têkoşîna dijî PKK û FETOyê de cidî û berpirsyar hereket dike. Em ji vê memnun in lê ev têra nake" û wiha dewam kir:
"Birêz Trump di axaftina xwe ya li ser telefonê de ji Serokomarê me re gotibû 'Ji vir şûnda arîkariya çekan nadin PYDê." Mixabin rêveberiya Amerîkayê ev gotin hin aliyên din va kişandin, bi meneyeke din şîrove kirin û em li sehayê dinêrin hê ev arîkariya çekan berdewam dike. Ev tişt nayê îzahkirin û qebûlkirin."
Der heqê Efrînê de jî got: "Çaxê ji Efrînê tehdîdeke li ser Tirkiyeyê hebe jixwe Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê demildest bersivê didinê. Çaxê bi tehdîdeke ji vê zêdetir ra rûbirû bimînin, em ê wek Komara Tirkiyeyê rewşê binirxînin û ji tu kesî neşêwirin di çarçoveya îmkan û qebîliyetên xwe da gavên hewce dikin biavêjin."
Der barê axaftina Serokomar Erdogan û Merkelê de jî wiha agahî da:
"Mijara Adil Oksuz di axaftina ser têlefonê da hat rojevê. Birêz Merkelê jî di vê mijarê da got ku ew ê demildest xebatê bidin destpêkirin bê ka li Almanyayê ye an na. Lewra der heqê wî da bultena sor jî derket. Heta niha tu agahî nehatiye ber destê me, lê em ê vê mijarê bişopînin."