Fırat Taşdemir
17 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ra axivî.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên Tirkiye-Fransayê û mijarên herêmî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da got ku di mijara SAMP-Tê da hêviya wan ew e ku di çarçoveya prensîba "eşkeretiya tam" da pergaleke hevpar a ku hevkariya azamî dihewîne pêş bixin û temînkirina destpêkirina projeya tedarikê ye.
Serokomar Erdogan di axaftinê da behs kir ku pêvajoya der barê îxrackirina zadê Ukraynayê dê ji Navenda Kordînasyonê ya ku dê li Stenbolê bê avakirin û ji rayedarên Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û NYyê pêk bê bê îdarekirin û diyar kir ku plana ji bo îxrackirina zadê Ukraynayê dê bi lez tetbîq bikin û ewlehiya xurekê ya gerdûnî da rehetbûnekî temîn bikin.