Kaan Bozdoğan
17 Nîsan 2026•Rojanekirin: 17 Nîsan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd ra hat bal hev.
Erdogan li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê bi merasima fermî pêşwaziya Serokomarê Somaliyê Mehmûd kir.
Di hevdîtinê da Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alparslan Bayraktar, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran û Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç jî amade bûn.
- Ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyaniya der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokomarê Somaliyê Mehmûd da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe da ya bi Serokomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd ra diyar kir ku Tirkiye li gel desthilatdarî û yekîytiya axa Somaliyê ye û ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Etiyopya û Somaliyê da dê piştgiriya xwe bênavber bidomîne."
Li gor parvekirina Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ji ser hesabê NSosyalê Erdogan û Mehmûd li Ofîda Dolmabahçeyê ya Serokomariyê hevdîtin kir.
Serokan têkiliyên dualî yên Tirkiye-Somaliyê û mijarên herêmî û kurewî guftûgo kirin.
Serokomar Erdogan got ku di serî da bazirganî û vejen ji bo ku di navbera Tirkiye û Somaliyê da di gelek qadan da peywendiyan pêş bixin dê avêtina pêngavan bidomînin, keştiya sondajê Çagri Bey li peravên Somaliyê dest bi fealiyetan kir, ev yek sembola hevkariyê ye.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye li gel desthilatdarî û yekîytiya axa Somaliyê ye û ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Etiyopya û Somaliyê da dê piştgiriya xwe bênavber bidomîne.
Di hevdîtinê da Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Alparslan Bayraktar, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Serşêwirmendê Serokomar Zafer Çubukçu jî amade bûn.